Civak

Pêşmerge : Me Mişnetur rizgar kir

Fermandareke Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, di êrişa wan ya îro de 27 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hejmarek mezin ji çekên DAIŞê jî ketin destê hêzên kurdî de.

Muslih Zêbarî Fermandareke Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Îro serê sibehê, me karî Kaşê Miştenûrê ji destê çekdarên DAIŞê derxînin, ku cihekî setratejîkî û niha derdora Kobanê hemû di bin kontrolkirina Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê de ye û çekdarên DAIŞê vekişiyane dervey navçeya Kaşê Miştenûrê, ku çekên xwe jî li wir hiştine.”

Zêbarî wiha got: “Îro çekdarên DAIŞê ziyanrk mezin dîtin, ku 27 çekdar hatin kuştin û gelek çekên wan jî ketin destê Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê de.”

Emîd Mislih Zêbarî gotina xwe wiha qedand: “Ji bilî me, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî 6 caran li çeperên DAIŞê dan û ziyanek mezin gehandin wan.”

Back to top button