Polîtîk

Pêşmerge ji Kerkûkê vekişiyan

Şûnkarê wezareta pêşmerge ya herêma Kurdistanê Enwerê Hacî Osman diyar kir ku, bi fermana serokatiya herêma Kurdistanê, hêzên pêşmerge ji parêzgeha Kerkûkê vekişiyan.

Enwerê Hacî Osman ji AKnewsê re axivî û got: piştî ku rewşa parêzgeha Kerkûkê aram bû, bi fermana serokatiya herêma Kurdistanê, hêzên pêşmerge ji wir vekişiyan.

Osamn got jî ku, kengê pêwîst bike dîsa hêzên pêşmerge dê bên şandin û wiha pêde çû:

“Niha tenê  lîwayek hêzên me li parêzgeha Kerkûkê ne. Heke dîsa pêwîst kir, wek 25ê sibatê, em dê hêz bişînin û aramiya deverê biparêzin.”

Şûnkarê wezareta pêşmerge spasiya hemû xelkên Kerkûkê kir ku di dema hêzên wan li wir bûn, hevkariya wan kirine.

 Wezareta pêşmerge ya herêma Kurdistanê, ji ber metirsiya êrişên hinek aliyên şoven û radîkal li dijî Kurdan û dezgehên kurdî yên li parêzgehan Kerkûkê, 25ê Sibatê, hinek hêz bo parastina aramiya deverê û Kurdan şandibû wir.

Back to top button