Nivîsar

Pêşmerge dîrokî nû dinivîsîne

Li ser rewşa Kurdistana Başûr gelek caran gotubêj têne kirin. Piraniya caran ev gotubêj ji çerçoveyek siyasî derdikeve dikeve warek tawanbarî de. heta piraniya caran behsa berpirsên partiyan , malbatên wan û jiyana wan ya rojane tê kirin.

Ev hemû di warê civakî de tiştekî normal e. Lê dema kesek yan jî desteyek, cihek di çerçoveyekî de bê rexne kirin  divê aliyê erênî jî bê gotin. Piraniya caran behsa tiştên ne erênî tê kirin û aliyê erênî nayê dîtin. Wê demê tişta tê kirin ne raste û ne rexneye jî.

Ji berî her tiştekî Kurdistana Başûr bi desteftiyên xwe ji bo hemû kurdan û ji bo beşên din bûye mînakek ya destxistina mafên netewî. Ji xwe ew aliyên armanca xwe ya siyasî ne di destixtina mafên netewî de dibînin mirov behsa wan jî nake.

Piştî DAÎŞê bi awayek plankirî berê xwe dan Kurdistana Başûr û xwestin destkeftiya herî mezin û dîrokî têkbibin, li ser rewşa pêşmerge û berpirsên herêma Kurdistanê gelek zanyariyên ne rast ku bikeve di xizmeta dijmin de hatin belav kirin. gelek dezenfarmasyonek mezin bi zanebûn hate kirin. 

Lê berê xwe bidinê, Îro cardin pêşmergeyên Kurdistanê li himber hêza terorist a herî mezin di cîhanê de çi qehremaniya dikin. Pêşmergeyên Kurdistanê cardin wek sedê caran dîrokê dinivîse.

Îro di cîhanê de hêza Pêşmerge bûye sembola berxwedanê û tekbirina terorîstan. Pêşmerge bûye hêviya cîhanê jî.

Serokê Kurdistanê Mesud barzanî her demî li eniya şer e. Ne karek taybet navdewletî hebê nayê Hewlêr li eniya şer dimîne. Wek malbat ji Maxmur heta şingalê di rêza pêşî di şer de ne . Bira, kur, birazî û kes û karên nêzik li dijê DAÎşê xaka niştiman diparêzin. 

Berpirs û endamên mekteb siyasî serkidiyatiya piraniya partiyan di eniya şer de ne. 

Ji roja yekem heta niha serokê PSDK Mihemed Hecî Mahmud di eniya şer de bû. Kurê wî Eta di eniya şer de hate şehîd kirin.

Tişta li Kurdistanê dibe li tu derekî yê cîhanê nebûye. kesek nikare mînakek wek Kurdistanê bide. Dema pêwistbe hemû pêşmergene, hemû amadene ku bi xwîna xwe axa welatê xwe biparêzin.

Peyamnerekî televizyonê ji Mihemet Hecî Mahmud pirsî:Kurê te Eta şehîd bû çi peyama we heyeş

bersiv gelek zelal bû: Xwîna Eta jî wek xwîna her peşmergeyek yê Kurdistanê ye.

Di vê derbarê de peyama serokê Kurdistanê Barzanî jê gelek vekirî bû:Hemû şehîdên Kurdistanê kur û kesukarê minin û xwe bi hevbeşa xemê hemû malbatên wan dizanimş. 

Di vê pêvajoyê de divê Kurdistana Başûr di şerê dijê DAÎşê de baş bête xwendin, da kurd rastiya xwe, xwedîderketina destkeftiyên netewî û herweha gava ji bo ragihandina dewletek kurdî li ser cîhanê ferz dike bibînin.

29.11.2014

Dara Bilek

Back to top button