Civak

Pêşmerge dê bibe hêzeke yekgirtî

Rêveberê Ragihand û Rewşenbîriya Wezareta Pêşmerge Lîwa Babekir Feqê Ehmed Pişderî ragihand ku hêzên Pêşmerge dê hemû bibin hêzeke yekgirtî û dê herdû hêzên 70 û 80 yên PDK û YNK nemînin.

Lîwa Babekir Feqê Ehmed Pişderî ji malpera KDP.info re ragihand: “Di projeya 35 xalî ya reform û çaksaziya Wezareta Pêşmerge de, 5 xal bi temamî hatine cîbicîkirin û niha 13 xalên din jî tên cîbicîkirin, ku 8 ji wan kêm maye bidawî werin û 5 mayî jî zêdetirî nêvî temam bûne. Lewma jî em karin bêjin ku pêngavên girîng derbarê cîbicîkirina projeya çaksaziyê hatine avêtin.”

Lîwa Babekir wiha got: “Ew xalên projeya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge ku hatine cîbicîkirin, hemû warên wezaretê li xwe digrin. Hewl tên dan ku hêzên Pêşmerge bibin hêzeke niştimanî û yekgirtî, û li ser sîstema hêzên navdewletî bê avakirin û ji bo vê yekê karekî baş hatiye kirin.”

Rêveberê Ragihand û Rewşenbîriya Wezareta Pêşmerge tekez kir ku eger ew proje bidawî bû dê rasterast hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge nemînin û dê hemû bibin yek. Ev proje dê berdewam be heya hemû xalên wê bên cîbicîkirin. Sîstemeke pir baş e.”

Back to top button