Polîtîk

Pêşmerge berû pêş diçe

Li çiyayî Zertigê di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAÎŞ de şer derket di encam de pêşmergeyan kontrolek bi temamî li çiyayê Zertikê kirin.

Generalê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê Behram Yasin di daxuyaniyek ya xwe de ji Rudawê re ragihan ku Demjimêr 5ê sibehê di bin fermandariya Dr. Roj û Hemid Efendî de li eniya Xazir û eniya Başik êrîşek dijwar birin ser çekdarên DAÎŞê.

Yasin got: Êrişa hêzên Pêşmerge bi piştevaniya firokên cengê pêş de çû û Pêşmergeyan di nava demeke kurt de Çiyayê Zertike xistin bin kontrola xwe. DAIŞê xwe hemberî vê êrişê ranegirt û zû şikest.

Di vî şerî de 25 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin û 6 çekdar jî hatine dîl kirin.Di nav kuştî û girtiyan de kesên biyanî jî hene.

Back to top button