Nivîsar

Pêşketina PDKê baweriyê çêdikê ku rewş baştir bibe

 

Behzat Batti bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Divê dezgehê pêşmerge (leşkerî) zûtirîn wext bibê yek û têkevê jêr rêvebiriya wezareta pêşmerge, yan na mîsala 16 Oktoberê gelek carên din wê tekrar bibê.

 

Pirs: Hilbijartinên parlementoya Kurdistan çêbûn. Encamên hilbijartina eşkere bûn. Li gora encama hilbijartina  hûn rewşa siyasî li başûrê Kurdistanê çewe dinirxînin?

Bersiv: Helbet ligor buyerên buyî, dujminayî û xiyaneta ji layê hinek hêz û “malbatan” ve li hember gelê kurd û welatê wî buyî min hêvî û bawerdikir ku gelê başûr wê beşdariyeke zêdetir di hilbijartinêde bikê û derseke çêtir bidê wan xofiroşa û wan ji qada siyasetê bi yekcarî bavêjê lê mixabin ew nebû. Lê heger mirov ligel vê yekê jî bala xo bidê pêşketina KDP li hember wan gurupên din ta raddeyekê ew bawerî bi mirovre çêdibê kû rewşa siyasî ber bi başiyêve diçê.

Pirs: Li gora we gerek hikûmetek çewe bê avakirin; hikûmetek bingeh berfireh bi lihevkirina hemû aliyan û kompromîs yan jî hikûmetek li gor encamên hilbijartinan be? 

Bersiv: Li gor min gerek hikûmetek ligor encamên hilbijartinan çêbibê û heger pêdivî hebê jî ligel partîke ku parlementêrên wê têra avakirin ya pirraniya parleman bikin yekîtî (koalisyon) bê avakirin. Jibo yên mayî di parleman û siyasetêde rol (dewr)a xo ya mixalefet bilîzin û ne ku him şirîkê hikûmetê bin û ji alîyê din rola mixalifa bidin xo.

Pirs: Li gora dîtina we gerek bernameya hikûmeta nû de  çi armancîn sereke û leztir hebin ji bo baştirîn rewşa Kurdistanê.

Bersiv: Bi baweriya min pêwiste xeyn ji rêvebirinên herêmî mîna şaredariyan tiştekî duserî nemînê û ew jî dibin çavdêrîya cîhazê hikûmîdebin. Parêzer ji layê hikûmetêve bê diyarkirin. Dezgehê pêşmerge (leşkerî) zûtirîn wext bibê yek û têkevê jêr rêvebiriya wezareta pêşmerge, yan na mîsala 16 Oktoberê gelek carên din wê tekrar bibê. Û dawî dixwazim bêjim divê ciddî liser babetê gendelî û destxistinên şexsî, nerewa û liser hesabê gel ciddî bê rawestandin û encamên berçav bên xuyakirin.

Behzat Batti

 

 

Back to top button