Civak

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Li gora nûçeya Rûdawê, piştî 41 rojan ku li Sûriyê girtî bû, pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê Omer Kalo îro li Şamê serbest hate berdan.Biraryê Omer Kalo ji Kobanî ji Rûdawê re ragihand, ku îro Omer Kalo saet 11ê serê sibehê ji zindana Asayişa Leşkerî ya Şamê hate berdan û biryar e, ku sibe bigihîje Kobanê.Biraryê Omer Kalo, Rêber Kalo di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re eşkere kir, ku tendirûstiya wî baş e, dê îşev li Şamê bimîne û sibe vegere Kobanê.Pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê, berî 41 rojan di 25ê Tebaxa 2018 de di  xaleke kontrolê li bajarê Helebê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyê ve hatibû girtin.Omer Kalo ku bi serdan çûbû Rojavayê Kurdistanê, tevî hevjîn û zarokên xwe çûbû Helebê, daku paseportên xwe û malabata xwe nû bike.Pêştir Tora Medyayî ya Rûdawê di daxuyaniyekê de daxwaza berdana Omer Kalo ji hikûmeta Sûriyê kiribû.

Back to top button