Civak

Penaberên Suriye li Tirkiye bûne problemek civakî

Penaberên Suriye li Tirkiye heta radeyekî bûye problemek civakî. Gelek cara hevçûn di navbera benaberan û nişteciyên cih çêdibin.Niha jî li bajarê Denizlî li navçeya Kale navbera xelkê bajêr û benaberên Suriye hevçûn pêkhat.Bi tohmeta istismara cinsî ya keçek temen kiçik, yek Tirk 6 jî ji benaberên Suriye heft kes hatin binçav kirin. Dema tohmetbar birin dadgehê bi hezaran xelkê deverê li ber derê dadgehê kom bûn. Li dijê benaberên Surî gotinên wek “ji welatê me derkevin, em we naxwazin“ gotin, êrîşê hinek benaberan kirin.Gelek polis û berpirsên ewlehiyê li cihê bûyerê tedbîr standin. Di dawîyê de polisa 100 ji benaberan li bussa swar kirin û derxistin derveyê bajêr.Ev bûyer gelekî rû didin û bûye problemek girînga civakî. 

Back to top button