Civak

Penaber bi darê zorê rêkirine mirinê

Îsal meha Hezîranê 16 pênaber di ava Mericê de xweniqîn û jiyana xwe ji dest dan. Gelek caran hinek çeteyên kaçaxiya insanan dikin pereyek gelek ji xelkê distînin û wan dibin mirinê. Heta niha bi sedan insan, jin û zaro ji bo derbasî welatên Ewropayê bibin li Tirkiye di deryayê de yan jî avên tixûbê Tirkiye welatên Ewropa de hatine xeniqandin.

Meha Hezîrana 2010-ê 16 pênaber di çemê Mericê de hatin xeniqandin.  Ev bûyer ne wek bûyerên din bûn û gelekî balkêş bû. Polis kete li dûv wan kesên tawanbar. Di dawiyê de hinek ji wan tawanbaran hatin girtin. Serokê beziragnê mirovan Ercan Çiftçi jî hate girtin.

Bi girtina wan rastiyek jî derket holê. Dema penaberê ava Mericê dibînin naxwazin  derbas bibin. Lê Kesên ku wan derbas dikin bi darê zora wan mecbûr dikin ku li avê re derbas bibin. Hetta hinek ji penaberan bi lêdanê mecbûr kirine ku bikevin avê û di encam de 16 kesan  jiyana xwe ji dest dabû.

Back to top button