Civak

Pêdivî li PDKT heye

 Ji bo çapemeniyê

Jı çapameniyê re; birêzan îro rojek dîroki ye, ji gelê Tirk û Kurd re. Lewra ev cara yekemîn e ko bi navê Kurdistanê Partiyek (Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye ) di qada konavanî de   bi fermî li Tirkiyê tête damezrandin. Û daxwazname ya avakirina Partiya xwe da wezareta navxwe a Tirkiye yê. Li gor xala 37 a zagona bingehî ko em mafê xweyê avakirina Partiya xwe bikar tînin. Ji ber vê em gelekî kêfxweş û şadin. Tirkiye di pêvejoyeke dîrokî de dijî, ko  heta îro qat nehatiye dîtin. Piştî gelik nexweşî, îşkence, goçberî , maxdûriyeta kes û hemî çîniyên civakê xûya dike ko ew îro dibine sedemên û rêbazên çareseriya  neteweya Kurd.

Di erdnîgariya rojhilata navîn de damazrandina dewleta federa a başûrê Kurdistanê bê şik hêviyên me zêde kir. Bi veya re jî ji bona tûndîtî, şer û kûjandin bête sekinandin pêdivî heye ko herkes deste xe bixê bin kevirîde. Rastiyek jî eve ko neteweya Kurd bi salên dûvî dirêj e dibin êş, tadeyên nayên çareserkirin de dijî. Ziman, çand, dîrok qadaxe û asîmîle bûye. Ew ji her mafê mirvatî hatine bi dûrxistin ev têkdan di zanîna her kesayet û dewletan deye.

Di pêşiya mede pêdivî hey e ko travmayên li ser çînên civakê çêbûne betin rehabîlîte kirin da rûmeta Kurd bi şûnde were bi dest xistin. Her yekê Kurd di hûndirê xwe de êşek , zorek û zahmetiyek dîtiye ,rûmeta wî hatiye şikenandin. ji bona ev rûmet bête vergirtin da ko jiyanek aram bibînê. Kurd jî weke hemî neteweyê li dinyayê di sedsala 21’de bigihijê mafê xweyên rawa, xwezayî, neteweyî û li ser axa xwe qadera xwe bi xwe bide, mafê xwe li xwe parvekê. Bê çawa li efrîqa bakûr çîn û tabaqayên olî, netewî ji bona mafê çarenûsa xwe tevdigerin û daxwaz dikin, mafê netewa Kurd jî heye ko mafê xwe bixwazê.ev mafekî xwezayî ye,dinya hemdemî û demokratik vî mafî di pejirînin.

Di pêk ne anîna mafê Kurd de ti rastiyeke konavanî û sosyolojik nîne.  Ev bi sere xwe dirûti ya dagikeran bi xwe ye.Herkes di bînê û dizanin ko her dewletên heyî  ji roja avkirina xwe û heta îro jî hêj li serhelwestên neteweyî  bûyîna wê rojêne.Û neteweyetiya xwe di pejirînîn , di parêzin. Lê ji bona neteweKurd bi fikr û ramanên xwere dikevina nav nakokiyan.Li hemî dewletên ko di aborî de bi pêş ketine de, di sîstema federasyonêde serkevtî ne.

Damazirandina Partiya me ji bona gelan jiyaneke aram û xweş  ji hemû însanan re pêdiviyeke. Ji ber vê me Kurda daxwaza çarenusa xwe derxiste qada rojevê. Eviya jî dê serxwebûyîn be an federeyon bê, gel bi referandûmê dê biryara xwe bide. Tirkiyê ji sala 2004 ve rûdanên demokratik pêk tînê wesayeta Eskerî û tûndîtiyê li paş hişt û wesayeta sivîl xurt kir. Bi sed salaye ko miletê Kurd di nav bizavên tekoşîna azadiya xwe deye êdî me hêvî heyeko bi serlêdana me îro a Partiya Demokrata Kurdistanê bibê hîmê serxwebûna Kurdistanê.

  03. 01. 2014
                                            PDK-T (PARTIYA DEMOKRATA KURDISTANA TIRKIYE)

Back to top button