Dosya

PDK yekem partiye

Navenda Lêkolînên Akademîk a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê lêpirsênek kiriye û li gorî wê jî PDK ji sedî 41ê denga werdigire û dibe yekem, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi rêjeya ji sedî 18 dibe duyem û Tevgera Goran jî dibe sêyem. Navenda Lêkolînên Akademîk a PDKê li herçar parêzgehên Herêma Kurdistanê, Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce û 13 navçeyên bi ser van parêzgeha ve lêpirsînek di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de kir.Navenda Lêkolînên Akademîk a PDKê 3 hezar û 100 form ji bo rapirsiyê ser bi welatiyan ve, belav kiriye û ji wan 3 hezar form hatine vegerandin.Li gor encamên lêpirsînê ji sedî 68ê dengdêrên Herêma Kurdistanê beşdarî hilbijartinên parlamentoyê dibin, ji sedî 14ê welatiyan biryara xwe nedane û ji sedî 18ê jî dibêjin ew naçin li ser sindoqên dengdanê.Emcama rapirsiya Navenda Lêkolînên Akademîk a PDKê bi vî awayî ye:-PDK ji sedî 41ê dengan werdigire-YNK ji sedî 18ê dengan  werdigire-Tevgera Goran ji sedî 10ê dengan werdigire-Tevgera Nifşa Nû ji sedî 9ê dengan werdigre-Hevpeymaniya Berew Îslah ji sedî 6ê dengan werdigire-Komeleya Îslamî ya Kurdistanş ji sedî 3yê dengan werdigireHevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê jî eger beşdarî hilbijartinan bibe dê ji sedî 6ê dengan bistîne.

Back to top button