Dosya

“PDK xwediyê armancekî stratejiye û li gor siyaseta rojê helwest nagûherê“

Serok Barzanî ragihand ku niha derfetek hatiye pêş ku piştî hilbijartina Bexda û hilbijartina Herêma Kurdistanê rewşeke nû dirust bikîn, ji bo çend demek jî bê ku em li gel Bexda bimînîn, divê me peywendiyeke gelek siruştî û baş û rêkupêk li gel Bexda hebê û me hebûneke bi hêz li Bexda hebê. Lê belê eve bi tu awayekî nayê wê wateyê paşvekêşiyê li armanc û stratejiya xwe dikîn.Serok Barzanî şîretê li kadîrên PDK dike ku nabê bersîva teşhîr û bêrêziyên tu aliyek bidin û dema li cîheke din wêneyên kandîdên PDK didirînin, hûn ku dibînin wêneyên kandîdan ketiye ser zevî, wêneyên wan rast bikin.Ev gotinên Serok Barzanî li hevdîtinek de hat ku roja pênçşem 20ê Eylûla 2018 li gel kadîrên leqên sînorê Encûmena Serkirdayetiya parêzgeha Hewlêr ya Partiya Demokrata Kurdistanê, birêveçû.Li hevdîtinê de Serok Barzanî spasî rola kadîrên PDK kir ku bi xweragirî û bawerî bi xwe bûnê ve li demên teng da li sengerê parastina Kurdistanê dane.Her li vê civînê de Serok Barzanî spasî xweragiriya xelkê Kurdistanê û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir li şerê terorîstan û şerê bergiriya li keramet û axa niştiman û ragihand em hemû qerzdarê Pêşmerge ne, ji ber ku tenê Pêşmerge bû ku hemû hevkêşeyan gûherî û Kurdistanê parast.Serok Barzanî di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda ragihand bi berdewam baweriya me wiha bû ku heta li gel Iraqê bîn pêwîste baştirîn peywendiya me hebê û herdem aştî û guftûgo bijardeya me bûye, berî birêveçûna referandûm jî çendîn car me ragihand ku em dixwazin bi guftûgo kêşeyên di navbera xwe de çareser bikîn û piştî referandûmê dest bi guftûgoyekî cîddî bikîn, mixabin ewan dergeha guftûgoyê girtin û zulm li gelê me kirin û niha jî peşîmanin.Serok Barzanî ragihand ku gelê me bi encamdana referandûmê, raya xwe bi hemû dinyayê ragihand ku eve daxwaza wane û bi vê jî hîç tawanekî encam nedabû heta bi wî awayî bêne sizadan, eve îradeya gelê meye û çespaye.Her wiha li ser rewşa siyasiya Kurdistan û Iraq û hilbijartinên meha gûlana îsal ya Encûmena Nûnerên Iraqê, Serok Barzanî ragihand ku her çende nehezan wiha dizanî Partiya Demokrata Kurdistanê bi sedema piştevaniya tevahiya ji bo referandûmê ketiye bin zext û guşarên cûr bi cûrê aborî û siyasî û tûşî şikestê dibê, lê belê bi hîmmeta kadîran û endam û alîgirên PDK û cemawerê gelê me, PDK karî dengê yekem li ser asta Kurdistan û Iraqê da mîsoger bike û bibê partiya yekem li ser asta Iraqê.Serok Barzanî ragihand ku desthilatdarên Bexda hewl dan kêşeya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê veguhezin nav xelkê heta bibê kêşeya neteweyan, lê belê xweşbextane encama hilbijartinên meha gûlana derbasbûyî wê yekê derxist ku xelkê Iraqê li gel wan nîne û baweriya wan bi çewaşekariyên wan nekiriye û wan dem û çavan siza da ku gelê Kurdistanê azar dane.Di derbarê danustandinên niha ya di navbera aliyên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku zêdetirê aliyên Bexda bi wan başe encûmenekî bilinda siyasata stratejî dabimezrê ku biryarên strateji ji wê encûmenê ve derbikevin û aliyên Kurdistanî jî têda beşdar bê, em jî wê pêşniyara wan ji aliyê xwe ve pesend dikîn, ji ber ku dibê mîsogeriyek ji bo parastina mafê pêkhatên Iraqê û rêgirtina li biryara takrewane. Serok Barzanî ragihand: Niha derfetek hatiye pêş ku piştî hilbijartina Bexda û hilbijartina Herêma Kurdistanê rewşeke nû dirust bikîn, ji bo çend demek jî bê ku em li gel Bexda bimînîn, divê me peywendiyeke gelek siruştî û baş û rêk û pêk li gel Bexda hebê û me hebûneke bi hêz li Bexda hebê. Lê belê eve bi tu awayekî nayê wê wateyê em paşvekêşiyê li armanc û stratejiya xwe dikîn.Serok Barzanî carekî din tekez kir ku pêwîste hikûmeta Iraqê li ser sê prensîpên serekî dabimezrê: Şeraketî rasteqîne li biryaran, ku bebûna Encûmena Bilinda Siyasate Stratejî tê mîsoger kirin, pabendbûna bi tewafiq ji derketina yasayan û ragirtina hevsengiyê li hemû dam û dezgehên hikûmetê li navbera pêkhatan da.Di derbarê hilbijartina Kurdistanê ve jî Serok Barzanî ragihand bi piştevaniya gelê me, PDK serkeftineke mezin bi dest ve tîne û bi wê serkeftinê jî hikûmetekî bihêz û tokme pêktê ku bikarê çaksaziya bingehîn li hemû warên jiyana siyasî û aborî û îdariya Herêma Kurdistanê bike. Hana kadîrên partî de jî ku pabendî yasa bin û bi aramtirîn awayî bangeşeya hilbijartinê birêve bibin û bersîva teşhîr û bêrêziyê nedin û dema li cîheke din wêneyê kandîdên PDK didirînin, hûn ku dibînin wêneya kandîdên wan ketiye ser zevî, wêneyên wan rast bikin.Serok Barzanî tekez kir ku PDK xwediyê armancekî stratejiye û li gor siyaseta rojê helwest nagûherîn û hîç paşvekêşiyek jî ji wan armancên strateji nakîn. Her kes û aliyek jî armanca stratejî hebê divê amade bê canê xwe bi navê wê da gorî bike, ji bo wê yekê PDK herdem bi navê parastin û bexteweriya gelê me da xwe gorî û bext dike.  
Back to top button