Polîtîk

PDK û YNKê ji bo referandumê li he kirin

Polîtbîroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) komîteke hevbeş bo pirsa referandûmê pêk tînin.Polîtbîroya herdu partiyan piştî civîna di serpereştiya Serok Barzanî de, bi daxuyaniyekî  naveroka civînê ji bo raya giştî ragihandin. Daxûyaniyê de eşkere dibe ku civîn li ser 3 babetên serekê pêkhatiye.Çareserkirina pirsgirêkên herêma Kurdistanê, pirsa referandumê û aktif kirina parlementoya Kurdistanê  rojeva  civînê bûn.bhersê ku ji 3 teweingehîn rên sereke pêk hatibû, ji wan çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, pirsa referandûmê û çawaniya karakirina Palemen herweha projeya YNK ku pêşkêşî civînê kirîn hate gotubêj kirin. Di daxûyniyê de dibêje:“Destpêkê, behsa hewldanên her du aliyan ên taybet bi çareserkirina wan arîşe û qeyranên ku li Kurdistanê çê bûne û tekezî li ser piştgirîkirina hikûmetê û saziyan ji bo baştirkirina rewşa debara xelkê ji hemû aliyan ve hat kirin. Herwiha behsa hewlên şanda hevbeş ên ji bo aramkirina wan aloziyên ku têkildarî biryarên Encumena Parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê çê bibûn, hat kirin.”Li gorî daxuyaniyê, “her du aliyan tekezî li ser encamên civînên berê û ewlewiyetên ku li ser wan rêkevtin e, kirin û bi taybet jî li ser pêkanîna komîteya taybet bi proseya referandumê û destnîşankirina dema vê proseya giring, û çawaniya aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê bi şêweyekê ku di xizmeta proseya referandumê û serxwebûnê û yekrêziya niştimanî de be.”Di beşeke din a daxuyaniya hevbeş a PDKê û YNKê de amaje bi nexşerêya YNKê hatiye kirin û tê gotin: “Projeya nexşerêya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, piştî nirxandina ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê gotûbêjeke giştî li ser were kirin û bersiva wê were dayîn.”

Back to top button