Polîtîk

PDK û YNK: Em hewl didin ku bilez hikûmeta nû bê avakirin

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê civiyan û piştî civînê ragihandin ku ew hewl didin ku bilez hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ava bikin.

Îro PDK û YNK di asteke bilind de civiyan û piştî civînê berdevkên herdu partiyan Mehmûd Mihemed û Seidî Ehmed Pîre kongreyeke rojnamevanî lidar xistin.

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand: “Me tekezî li ser wê yekê kir ku lijneya danûstandinê ya PDK û YNKê çalaktir be û dest bi karên xwe bike da ku mijara pêkanîna hikûmetê û kabîneya nû zûtir were yekalîkirin û demek diyarkirî ji avakirina hikûmetê re bê diyarkirin.”

Mihemed herwiha got: “Me ji herdu aliyan lijneyeke din jî pêk anî, ew lijne taybet e bi çêkirina jihevtêgihiştina zêdetir di navbera YNK û PDKê de di çarçoveya rêkeftinê de, daku ji niha û şûnde em bi hev re li gel aliyên din hikumraniya vî welatî bikin û bi pêkvebûnê em bêhtir xizmeta gelê Kurdistanê bikin.”

Mehmûd Mihemed wiha got: “Me bi zelalî behsa wê yekê kir ku divê em bilez û bi awayekî cidîtir kar bikin û hewl bidin ji bo avakirina hikûmeta nû.”

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê YNKê Seidî Pîre ragihand: “Pirsgirêkên di navbera PDK û YNKê de ne ewqasî mezin bûn. Divê PDK û YNK di nav xwe de lihevkirineke siyasî çêbikin, ji ber ku dema ew yekdest bin, Kurdistan qezencê dike. Pêngava me ya yekê avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê ye, ku hikûmeteke bihêz be. Ew hewl didin ku ew hikûmet bilez ava bibe û bilez pirsgirêka Kerkûkê jî çareser bibe.”

 

Back to top button