Polîtîk

PDK û Goran rêkevtina xwe îmze dikin

Piştî çend civînên li Hewlêr û Silêmaniyê, herî dawî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û beşdariya Goranê di hikûmetê de li hev kirin.

Rêkevtina navbera PDK û Goranê ji 30 xalan pêk tê û ku 18 xalên wê taybet in bi Kurdistanê û 12 xal jî taybet in bi Bexdayê.

Duh yekşemiyê Polîtboruya PDKê û Civata Niştimaniya Goranê ev rêkevtin pesend kir û biryar e îro berî nîvro di merasîmekê de her du alî vê rêkevtinê îmze bikin.

Endamekî Civata Niştimaniya Tevgera Goranê dibêje, ew ji rêkevtinê razî ne, çimku piraniya daxwaziyên wan têde hatine cîbicîkirin û di nav karnameya hikûmetê de jî giringî bi daxwazên Goranê hatiye dan.

Endamê Civata Niştimaniya Goranê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, herwiha got, xalên baş ên vê rêkevtinê bûne sedem ku Civata Niştimanî gelek têbînî li ser rêkevtinê nebin û dengê nerazîbûnê li hember rêkevtinê kêm bin. Bi gotina wî berpirsê Goranê, di Civata Niştimanî de û herwiha endamên civatê jî girifteke giring li gel rêkevtinê nebûn, lewma bi dengdana herdu civatan ev rêkevtin hate pesendkirin.

Li gor heman rayedarê Goranê, PDK razî bûye ku Goran bi awayekê rasteqîn û çalak beşdarî di hikûmetê de bike û di serokatiya herêmê, hikûmet û dezgehên ewlehiyê de rêjeya %12ê postan werbigre. Ew dibêje: “Goran di Serokatiya Herêmê de jî tenê Cîgirê Serokê Herêmê wernagre, lê belê dê %12ê postên Serokatiya Herêmê jî werbigre û di çend rojên bê de dê berbijêrên xwe bo wan postan amade bike.”

Li gor zanyariyên Rûdawê ku ji berpirsên Goranê bi dest xistine, Tevgera Goranê postên weke Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Wezareta Darayî, Wezareta Avedankirinê, Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, Sekretariya Giştî ya Wezareta Pêşmerge û Alîkarê Serokwezîr bo Reformê werdigre.

Heman endamê Civata Niştimaniya Goranê diyar kir: “Tevgera Goranê dê şêwirmendekî Encûmena Asayişê û nêzîkî 7 postên din ên vê encûmenê jî werbigre. Herwiha di Fermangeha Pêwendiyên Derve de jî dê 3 nûneratiyan ku dike %12ê postên wê fermangehê, werbigre.”

Endamekî din ê Civata Niştimaniya Goranê, Hêmin Şêxanî jî dibêje, “em di vê baweriyê de, ew pêşniyarên ku me kirine, her çiqas ku hatine pesendkirin jî, lê belê pêwîst e bêne sererastkirin. Çûna me bo nav hikûmetê bi armanca cîbicîkirina daxwaziyên xelkê ye, lewre eger bêne cîbicîkirin, wê demê rêkevtineke baş e û divê em piştevaniyê lê bikin.”

Roja 17-02-2019 di civîna Civata Giştî ya Goranê de, Endamê Xaneya Cîbicîkirinê ya Goranê û Endamê Şanda Danûstandkar a vê tevgerê, Celal Cewher hûrgiliyên rêkevtinê ji beşdarbûyên civînê re xwend. Hinek ji endamê Civata Giştî ya Goranê her ji destpêkê ve rexne li Xaneya Cîbicîkirinê girtibûn, berî ku ew bêne agahdarkirin, li gel PDKê dest bi danûstandinê kiriye û gelek mijar jî biryar li ser dane, di demekê de ku diviyabû nerîna wan jî bê wergirtin.

Tevgera Goranê di parlamentoya Kurdistanê de xwediyê 12 kursiyan e û her ji destpêka danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ve bo beşdariya xwe di hikûemtê de kiribû merc ku bernameya vê tevgerê jî di karnameya hikûmetê de cih bigre. Tevgera Goranê destpêkê daxwaza Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikir, lê belê paşê bi wergirtina Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê razî bû.

Li gor zanyariyên Rûdawê, di dema gotûbêjên li gel PDKê de, Tevgera Goranê berovajî salên berê ku pêdagir bû li ser wê yekê ku divê desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê zêde nebin, lê belê vê carê daxwaza destilatan bo Serokatiya Herêmê kiriye, ji ber ku vê carê ew posta Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê werdigrin. Goranê herwiha daxwaz kiriye, Serokê Herêma Kurdistanê beşek ji desthilatên xwe bide cîgirê xwe û PDK jî razî bûye.

Endama Civata Giştî ya Goranê, Kuwêstan Mihemed dibêje, Civata giştî raspardeyên xwe ji Civata Niştimanî re şandiye û tekez dike, ku “Goranê bo cîbicîkirina daxwazên xwe û encamdana reforman, li gel PDKê dema 6 mehan diyar kiriye ku eger pêwîst bike, renge ev dem were zêdekirin.”

PDK û Goran di çarçoveya rêkevtina hevbeş de li hev kirine ku derbarê kêşeyên Bexda û Herêma Kurdistanê de, li parlamentoyê û hikûmetê desteyek bê avakirin û heta dawîhatina kêşeyan, ew deste danûstandina navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê birêve bibe.

Di rêkevtina Goran û PDKê de, ji bo çareserkirina pirsa navçeyên Kurdistanî jî tekezî li ser yekhelwestiya aliyên Kurdistanê hatiye kirin.

Derbarê pêwendiyên derve de jî herdu aliyan li hev kirine, ku “bernameya nûneratiyên Herêma Kurdistanê û şêweya karkirina wan bê guhertin.”

Endamê Şanda Danûstandkar a Goranê, Aras Welî jî dibêje, “ji bo cîbicîkirina rêkevtinê, me daxwaz kiribû ku demek bê cîbicîkirina reforman bê diyarkirin. Em dê vê têbîniya xwe jî îro bibin Hewlêrê û em dê bidin PDKê.”

 

 

Back to top button