Civak

PDK-T:Ev Al sembola netewiye

  Îro Roja Ala KurdistanêyeDi dîroka her miletekî de rojên girîng hene .Di dîroka Miletê Kurd de jî îro rojek ji wan rojên dîrokî û girîng e.Sembole netewî ya kurda û welatê wan Kurdistan Al e. Ala Kurdistanêye.Al nirxê netewiye û dive her demî ew Al bilindbê ku kurd jî xwe nasbikin. Taybetî di vê qonaxa ku hinek alî li himber vê Ala pîroz bê rûmetiye dikin, xwedî lê derketina Ala Kurdistanê di vê rojê de xwedî nirxek taybete.Îro pêşmergeyên qehreman di şerê dijê terorê de , şerê azadkirina xaka Kurdistanê de wek nîşanek netewî sembolê netewê kurd Ala Kurdistanê bilind dikin.Di vê roja pîroz de em Ala Kurdistanê li hemû derên derfet hebê bilind bikin.Xwedî derketina Ala Kurdistanê xwedî derketina xaka azad û welatek serbixweye.Hêvî dikin ku pêşerojek nêzik ev Ala pîroz li ser xakên Kurdistanek serbixwe de bihejine.Roja Ala Kurdistanê bila bibê pişgiriya pêvajoya serxwebûnê û pişgiriya pêşmergeyên qehreman ku di sengerê şer de Ala xwe bi şerefek mezin bilind dikin.Bijî KurdistanPartiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye(PDK-T)

Back to top button