Polîtîk

PDK-T: Partiya Kurdistanî heye fermo werin nav refên partiyê

 BANGA PDK-T  JI HEMÎ KURDÊN NETEWÎ RE FERMO!..

Her Kurdekî  neteweperwer û dilsozê doza Kurdistanê ji bo hêzaka netewî avabikê xwedî mafe.Lê ew kes, yan ji kesayet pêvîste di her şert û mercan de ji mafê netewa  xwe re xwedî  helwesteke erênî  bê, hemî nerxên netewa kurd  pîroz bibînê, li wê xwedî derkevê , bi parêzê. Ew biraderên” hawîldeneke partîya kurdîstanî” dibêjin “em dê partiyeke Kurdîstanî avakin” fermo  pîroz be. Lê mixabin 15- 20 roj berê li ser banga serokê giştî ê Ezîlenlerîn Sosyalîst Partîsî (ESÖP) birêz Sînan Çîftyûrek  ji  12 rêxistinên Bakûr  civînek li dar ket.

Me (PDK-T  xwest ala Kurdistanê di civînêde bilind bikin û em hemî di binê ala Kurdistanê de civîna xwe  çêkin, da ev dîmen ji dinyayê re servîs bibê. Herkes bêje va ye  li Bakûr Kurd di bin ala xwede civînan çêdikin lê DBP – DTK li dijî derketin , qabul nekirin, lewre wan digot Ala me a konfederalîzmê heye. Me (Partiya Demokrata Kurdistanê- Tirkiya)  li gel DBP – DTK’ê gelek minaqaşe kir. Me got em Ala Kurdistanê bi tû alên din re naxine minaqaşeyê .

Li ser vê yekê me PDK-T civîn terk kir. Lê mixabin “Hawildana Partıyeke Kurdistanî”  û her 10 rêxistinên Bakûrî  Ji tirs û xofa PKK-DBP-DTK Piştgiriya me nekirin û li Ala Kurdistanê xwedîtî  nekirin. Pıştî ko PDK-T civîn terikand her 11 rêxistinan civîna xwe ji bilî PDK-T  dewam kirin.

Bi navê “Desteya Diyalog a Kurd” saziyek  avakirin . Em vê helwesta Havîldanê û wan 10 rêxistinan  ko ji tirsa BDP- DTKé nekaribûn li Ala  kurdistanê xwedî derkevin şermezar dikin.  Naxwe ew dê ji tirsa  PKK û hevalbendên wê dê çawa partî avakin, dê çiqasî baweriyê bidin netewa Kurd  ew jî babetek  dine..  Ger ko ev Hewîldan   û ew kesên di xwazin partiyeke Kurdistan ava bikin ,bi rasti jî dilsozê dozêne bila kerem bikin, xwe ne westinin vaye PARTIYA DEMOKRATA KURDISTANÊ -TIRKIYA  fermî  hatiye damezrandin li wir cih bigirin,kar û xebata xwe bikin,  em dê çendakî din herin kongrê. Bila hemî organ û rêvbebiriya xwe ev kongre pesend  bike.  Eger ko daxwaz ne acenta tî û xurubî ye armanç ji dil kurdistaniya a herî baş evêya ye.

Fermo hodri meydan Ev bange PDK-T  ji bona berjewendiyê hemî Kurd û Kurdistaniya ye û ev bang ji hemû hêz, Partî, kes û kesayetên netweyî re derbas dibe.Raste heta PDK-T ne hatibû damezrandin bi salan bû ko me hemî kesî digot pêdivî bi Partiyeke bi navê Kurdistanê heye.  Lê îro vaye ew Partî ava bû êdî ti wate nîne  ko ji nûhve kesek xwe biwestîne bê em dê Partiya Kurdistanê avakin , ti pêdiviyeke wilo nemaye.

Ji ber vê em bangaziyê  li her rêxistin ,kes û kesayetên netewî dikin. Werin em hemî li navê Kurdistanê xwedî derkevin û ji miletê xwere xebateke  bê hempa. bê hîle û rasteqînî bikin, da miletê me kêfxweş û şad bibê. Ger bersiva banga me  (PDK-T) Bi erênî neyête dain Bila miletê Kurd veya li ba xwe şîrove bikê, bibê xwedî zanîneke objektîv, bizanibê ko armanca partiyeke nûh ne helwesteke Kurdistaniye, ew helwesteke berjevendiyên gurubî û bê tehamûlî ye. Em carakedin bang dikin, hêvî dikin ko bersiva banga me bi erênî bête dayin.

Da em hemî mile xwe bidin hev , ji miletê xwe re karekî baş bikin. Lewre a herî bi xêr, baş û bi rûmet helwesteke  weha ye. Serkev tina Kurdistanê daxwaza me teva ye.  Ji hemî  Kurdistaniyan re silav û rêz. 15.09.2014

Mehmet Emîn KARDAŞ 

Serokê Giştî  yê  Partyiya Demokrata Kurdistanê- Tirkiya

                          (PDK-T)

Back to top button