Dosya

Serok: PDK sozên ku neynê cih nade

Serok Barzanî spasî xweragirî û ehlaq û rewşta bilinda bi hanaveçûna xelkê lêqewimî û mîhvandostiya xelkê bajarê Hewlêrê kir û ragihand ku we selmandiye niştimanperwer û xwedî rewştekî bilindin û bi wê rewşta bilind ve we nehişt asayîşa bajarê we têkbiçê û bi wê jî we xizmetekî mezin bi aramî û asayîşa Kurdistanê kir.Ev gotinên Serok Barzanî li hevdîtinek da hat ku roja çarşem 19 Eylûl 2018 li Hewlêrê li gel kesayetî û nûnerên pêkhat û çîn û tuwêjên bajarê Hewlêrê birêveçû.Li hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser rola camêraneya xelkê bajarê Hewlêrê ya li hewandin û bi hanaveçûna lêqewimî û mîhvandostî wan û mînakeke diyar jî di dema enfala Barzaniyan ve heta niha ku herdem mîhvandariyeke rûxweş bûne û ragihand: We selmandiye niştimanperwer û xwedî rewştekî bilindin û ew ehlaq û rewşta bilind li Hewlêrê pîroz bê.Serok Barzanî ragihand ku xelkê Hewlêrê ji bilî êş û azar û dijwariyan bi wê rewşta bilind ve aramiya bajar û navçeya xwe heta radeyekî zêde parast û hevkarekî girîng jî bûn ji bo parastina asayîş û aramiya hemû Kurdistanê.Her li vê civînê de Serok Barzanî balkişand li ser rewşa siyasiya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê û behsa sedemên biryardana gelê Kurdistanê ya ji bo birêveçûna referandûm û qonaxa piştî referandûm û xiyaneta şanzdeha cotmehê û encamên vê xiyanetê li ser tevahiya Kurdistanê kir û ragihand ku piştî wê yekê ku desthilatdarên Bexda hemû hewlekî dan xelkê Iraqê dijî gelê Kurdistanê han bidin û cûdahî û kêşeyên me li gel desthilatdaran bikin kêşeya di navbera Kurd û Ereb, lê belê xweşbextane encama hilbijartinên meha gûlana derbasbûyî wê yekê derxist ku xelkê Iraqê li gel wan nîne û xelk baweriyê bi wan bi çewaşekariyên wan nekir û wan dem û çavan siza da ku gelê Kurdistanê azar dane.Her wiha li ser rewşa siyasiya Kurdistan û Iraq û hilbijartinên meha gûlana îsal ya ji bo Encûmena Nûnerên Iraqê, Serok Barzanî ragihand ku her çende nehez wiha bi bawer bûn Partiya Demokrata Kurdistanê bi sedema piştevaniya tevahî ya ji bo referandûmê ketiye bin zext guşarên cûr bi cûrê aborî û siyasî û hildiweşê, lê belê derket ku bi hîmmeta kadîran û endam û alîgirên PDK û cemawerê gelê me, PDK karî dengê yekem li ser asta Kurdistan û Iraqê da mîsoger bike û bibê partiya yekem li ser asta Iraqê.Serok Barzanî balkişand li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û ragihand bi berdewam baweriya me wiha bûye ku heta li gel Iraqê bîn pêwîste baştirîn peywendiya me hebê û herdem aştî û guftûgo bijardeya me bûye, me şer nexwestiye û dijî şerîn, lê belê ku hatibîn neçar kirîn ewe PDK xwe gorî û bext dike ji bo parastina ax û kerameta gelê Kurdistanê.Li vê çarçêweyê da jî Serok Barzanî spasî xweragiriya xelkê Kurdistanê û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li şerê terorîstan û şerê bergiriya li keramet û axa niştiman kir û ragihand em hemû deyndar û qerzdarê Pêşmerge ne, ji ber ku tenê Pêşmerge bû ku hemû hevkêşeyan gûherî û Kurdistanê parast.Di derbarê danustandinên niha ya di navbera aliyan ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku danustandineke çir û heta radeyek têgihiştinek heye bo wê yekê ku pêwîste encûmenekî bilinda siyaseta stratejî ku aliyên Kurdistanî jî têda beşdar bê, dabimezrê, ew jî ji bo rêgirtina li serhildana takrewî li hukimranî û pêwîste biryarên stratejî li wê encûmenê ve derbikevin. Ronahî jî kir ku ew encûmen divê mîsogeriyek ji bo parastina mafê pêkhatên Iraqê û rêgirtina li biryara takrewane. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku em pêdagiriyê dikîn ku nabê hukma takrewî hebê û pêwîste hikûmet li ser sê prensîpên serekî dabimezrê: Şeraketa rasteqîne li biryaran, ku bi hebûna encûmena bilinda siyaseta stratejî tê mîsoger kirin, pabendbûn bi tewafiq ji derketina yasayan û ragirtina hevsengiyê li dam û dezgehên hikûmetê li navbera pêkhatan da.Di derbarê hilbijartina Kurdistanê ve jî Serok Barzanî ragihand bi piştîvaniya gelê me, PDK serkeftineke mezin bi dest ve tîne û bi wê serkeftinê jî hikûmetekî bihêz û tokme pêktê ku bikarê çaksaziyên bingehîn li hemû warên jiyana siyasî û aborî û îdarî ya Herêma Kurdistanê de bike.Serok Barzanî tekez kir ku PDK sozên bê kirdar nade, em xwedî armancekî stratejîne û li gor rojê siyaset û helwest nagûherîn û tu paşvekêşiyek jî ji wan armancên stratîjî nakîn. Her kes û aliyek jî armanca stratejî hebê divê amade bê canê xwe bi navê wê da gorî bike, ji bo wê yekê PDK herdem bi navê parastin û bexteweriya gelê me da xwe gorî dike.Di dawiyê de jî Serok Barzanî amadebûyan û xelkê Kurdistan piştrast kir û ragihand: Me baweriyeke bi tevahî heye ku gelê me serdikevê.  
Back to top button