Polîtîk

PDK roja 11ê mehê bi gotana Serok Barzanî dest bi bangeşeyê dike

Berdevkê Fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand ku roja 11ê vê mehê dê PDK bi gotara Serok Barzanî dest bi bangeşeya hilbijartinên Herêma Kurdistanê bike.Îro Encûmena Rêveberiya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî civiya û piştî civînê Mehmûd Mihemed kongreyeke rojnamevanî lidar xist û tê de behsa naveroka civînê kir.Berdevkê PDKê ragihand: “Me di civînê de behsa avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û tevlîbûna me di wê hikûmetê de kir. Em dixwazin partiyên Kurdistanê li Bexdayê yekrêz û yekdeng bin. Lê wan 4 partiyên din hêj biryara xwe ya dawî nedane. Em jî dixwazin li Bexdayê her 6 partiyên Kurdistanê yekdest bin.”Mehmûd Mihemed wiha got: “PDK û YNK li Bexdayê projeya xwe nivîsandî dane hevpeymaniyê Iraqê û daxwaz ji wan kirine ku bi nivîsandî bersivê bidin ku ew projeya Kurdan qebûl dikin. Me di projeya xwe de gotiye, pêwîst e tifaq û hevsengî û şirîkatî li Iraqê hebe û di nav de jî madeya 140 bê cîbicîkirin.”Mihemed wiha domand: “Partî û hevpeymaniyên Iraqê jî serdana me dikin û ew jî dixwazin em têkevin hevpeymaniyê wan de. Lê hêj me biryara xwe ya dawî nedaye. Em nenêzîkî ti hevpeymaniyekê ne û ne jê dûrî ti aliyekî ne. Kîja alî projeya me qebûl bike emê ligel wê kar ji bo avakirina hikûmeta nû bikin.”Derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê ku dawiya vê mehê dê birêve biçin, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand: “Em rijd in li ser encamdana hilbijartinan û piraniya partiyên siyasî jî xwe jê re amade dikin û daxwaz lidarxistina hilbijartinan dikin. Emê wek PDKê jî roja 110 vê mehê dê bi gotara Serok Barzanî dest bi bangeşeya hilbijartinan bikin.”Herwiha derbarê helwesta PDKê li ser êrîşa Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî, Mehmûd Mihemed wiha got: “Helwesta me wek helwesta Serok Barzanî ye. Em dilgiran in ji wê êrîşê. Bi top û kuştinê pirsa gelê Kurd çareser nabe. Pêwîst e bi zimanê diyalog û jihevtêgiheştinê pirsa Kurdî çareser bibe. Em hêvî dikin Îranê wê karî dûbare neke.” 

Back to top button