Polîtîk

PDK: Me negotiye bila YNK beşdarî hikûmetê nebe

Berpirsekî PDKê dibêje, PDKê qet negotiye em nahêlin YNK beşdarî hikûmeta nû bibe lê dê bi qasî kursiyên xwe bibe şirîk.

Berpirsê liqa 16 ya PDKê Bilind Îsmaîl ji BasNewsê re got, êdî hikûmet bi mekanîzma “nîv bi nîv” pêk nayê ji ber ku nabe heta hetayî wiha bimîne. Ji ber wê jî divê em vêya bizanin ku pişka kesên din nexwin.

Bilind Îsmaîl her wiha got, me ti carî negotiye em nahêlin YNK bibe şirîka hikûmetê lê dê bi qasî kursiyên xwe (21 kursî) beşdar bibe.

Wî berpirsê PDKê anî ziman ku YNKê li ser posta parêzgariya Silêmaniyê jî fêl li Gorranê kiribû û got, Gorran û YNKê li hev kiribûn ku du salan parêzgarî bo Gorranê be du salan jî bo YNKê lê YNKê ew rêkeftin binpê kir. Divê YNK bizane êdî heta hetayî wiha nabe.

 

Back to top button