Dosya

PDK li Silêmaniyê dengê xwe zêde dike

 PDK roja 23ê.9.2018ê di çerçova propagandeyên hilbijartinan de li bajarê Silêmaniyê mitîngekî li dartêxe. PDK dê di vê mitîngê de berbijêrên xwe yên Parlementoya Kurdistanê dide nasandin û behsa projeyên pêşerojê dike.

Li darxistina mitingekî bi vî awayî li Silêmaniyê giring e. Ji aliyek din pêwîste ku PDK giraniyek taybet ne tenê di dema hilbijartinan de her piştre jî bide Silêmanî, Helebçe û devera Germiyan. PDK dive hewlek mezin bide ku rastiya YNKê, Goran û ew aliyên li vê deverê serdestên ji xelkê Kurdistanê re bide nasandin.Silêmanî hinek cara daxwaz kiriye ku ji herêma Kurdistanê veqete, di dema referandumê û pêvajoya piştî referandumê, Silêmanî wek ne beşek ji Kurdistanê bû , hereket dikira.Divê rastiya Silêmanî û deverê baş bê têgihandin û PDK li gora vê projek taybet û xebatek piralî li Silêmaniyê bike.Taybetî xelkê ji Silêmaniyê yên desthilatdariya PDKê de lazime giraniya xebata xwe ya siyasê bidin devera Silêmaniyê. Gerek heta hilbijartina van kesayetan propaganda xwe li Silêmaniyê di nava xelkê Silêmaniyê de gelek bi çalakî bikin.Eger Silêmanî û ew dever bihêlin berdestê siyasetên niha li deverê serdest roj bi roj Kurdistanbûna vê deverê kêm dibe û behtir ber bi Bexdayû ve diçe.

Back to top button