Dosya

PDK: Kursiyê serokomarê Iraqê vê carê yê me ye

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de derbarê kursiyê Serokomartiya Iraqê de, bersiva Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dide û radigihîne, “Me di civînên li gel biraderên YNKê de, her dem tekez kiribû, ku ew post beş û destkefta gelê Kurdistanê ye û ti carî li ser partiyekê nehatiye tapokirin.”Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hatiye: “Di dawîn civîna me de jî, li baregeha Kak Kosret, me careke din ev babet bi we re gotûbêj kir. Me bi zelalî ji we re got: Ji ber ku çend carên berê kursiyê Serokomar a YNKê bû, em dixwazin ku vê carê ev kursî yê PDKê be û YNK kursiyên din dagire.”PDKê dibêje: “Biryar wiha bû ku di nava xwe de guftûgoyeke zêdetir li ser vê babetê bikin û piştre bersiva me bibin, lê mixabin me di daxuyaniyekê de bihîst ku we takalî û bê şêwira bi partiya me û aliyên din ên Kurdistanê re û bê guhdana ji daxwaza me re, we kak Berhem Salih vegerand nava YNKê û we kir berbijarê kursiyê Serokomar. Ji ber wê jî em matmayê man ku YNKê çûna şanda me bo Bexdayê bi helwesteke takalî dizanin.”Di beşeke din a Daxuyaniyê de hatiye: “Di rastiyê de pêdagiriya YNKê li ser wergirtina vê postê, ti bihaneyeke wê ya bingehîn nîn e, heger behsa rêkeftina sala 2005an a di navbera Serok Barzanî û Mam Celalê rihmetî dikin, niha ne Serok Barzanî Serokê Herêmê ye û ne ew kursî ji Mam Celal re ye û tevahiya mercan hatine guhartin, ji bilî wê, gelek ji birgeyên wê rêkeftina çarxalî û rêkeftina stratejîk a 2007an jî, ji aliyê YNKê ve demek e hatine piştguhkirin. Jixwe heger destkeftên hilbijartinan pîvan bin, tê zanîn ku PDK wek hêza yekem e û hêjayî ye postên bilind werbigire.”Polîtburoya PDKê radigihîne jî, “Em daxwaz dikin PDK kursî Serokomar werbigire, şerê me ne ji bo pile û paye ye û dîrok bîner e ku em ti carî xwazyarê pile û kursiyan nebûne. Lê mebesta me ew e, bi piştevaniya hemû aliyan wiha bikin, niha û pê ve ew kursî û rol karîgeriyeke wê ya baştir hebe û berevanîkar ji berjewendiyên Kurdistan û miletê me re be, ne ku bêkarîger û bêmifa be.”Di dawiyê de hatiye, “Em niha jî daxwaza yekrêzî û bihevrebûnê dikin. Daxwaza me ew e, ku biraderên YNKê li hûrkariyên dawîn civînên di navbera me de vegerin û hêvîdar in ew daxuyaniya bi navê Polîtburoya YNKê hatiye belavkirin, ne helwesta hemû YNKê be.” 

Back to top button