Nivîsar

PDK divê Ji derveyî YNKê û Goran hikûmetê ava bike…

 

 

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

 

Li Başûrê Kurdistanê di 30yê Îlonê de hilbijartina giştî hat li darxistin. Piştî demekê jî encamên fermî/resmî hatin diyar kirin. Gorî encaman PDKê bû partiya yekemîn. 45 parlamenter qezenç kir. YNKê bû partiya duyemîn, 20 parlamenter qexzenç kir. Goran bû partiyê seyemîn, 12 parlamenter qezenç kir. Partiyên îslamî jî bûn partiya çaremîn  û pêncemîn.

LI PARLAMENTOYA KURDISTANÊ SONDA DEMOKRATÎK Û SEKULER..

Piştî hilbijartinê ji bona hikûmet ava bibe, PDKê dest bi xebatên nefermî kir. Dema ku ev xebat û danûstandinan dom dikir, parlamentoya Kurdistanê civîna xwe li dar xist, parlamenterên Kurdistanê sond xwarin.

Di parlametoya Kurdistanê de sond bi naverokeke gelek demokraîk, modern, sekuler, ji mafên neteweyan û olan re rêzgirtî pêk hat. Tirkmenan bi zimanê xwe bi tirkî, xisritiyanan bi pirrtûka xwe ya pîroz, muslumanan bi Qûranê sond xwarin.

Ev yeka ji bona Kurdistanê û parlamentoya kurdistanê rûsipiyek e. Divê ku dewlet û miletên Rojhilta Navîn ji vê yekê ders derxin. Bi taynetî jî dewletên Kurdistan îşgal kirine û mafên neteweya kurd xesip kirine, divê ji vê helwestê ders derxin.

Heta nûha bi wateya rasteqîne ya demokratîk li Kurdistanê hikûmet ava nebûn. Loma jî desthilatdar û mixelefet jî diyar nebû. Loma jî tu partiyek jî di derbarê xebatên hikûmetê de berpirsiyar nehat diyar kirin.

Hezar mixabin dîsa jî her dem PDKê berpirsiyar hat pejirandin û wek “bizane tewanê” hat qebûl kirin.

Hikûmet her dem ji hemû partiyan ava bû. Pêşî bi du partiyan (PDKê û YNKê), pişt re bi gelek partiyan hikûmet ava bû. Loma jî Kurdistan pêş neket.

Di vê merheleyê de jî, ji bona avakirina hikûmeta Kurdistanê wek berê daxwaz û pêşniyar hene.

Gor baweriya ev pêşniyar û daxwazan ne di cî de ne û ne jî demokrat in. Li ser bingeha berjwendiya Milet ne, li berjewendiya partiyan ev pêşniyar û daxwazan tên kirin.

Ji bona hikûmet ava kirinê, çen alternatîf hene.

Alternatîfa yekemîn û xûrt; PDKê bi parlamenterên kêm neteweyan û kêmolan re hikûmetê ava bike.

Alternatîfa duyemîn, PDKê, parlamenterên bi kêmneteweyan û kêmolan û partiyên îslamî re hikûmetekê ava bike.

Alternatîfa seyemîn, YNK, Goran, Partiyên îslamî, parlamenterên kêmneteweyan û kêm olan ve dikarin hikûmetekê ava bikin.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIVÊ GOR DEMOKRASIYÊ Û HEWCEDARIYA KURDISTANÊ HIKÛMETEKE MILÎ Dİ BIN SEROKATİYA PDK’Ê DE AVA BIBE…

Dema şertên Başûrê Kurdistanê ji çav derbas bibin; matematîka encama hilbijartinê mirov bide berçav, ji derveyî PDKê hikûmet ava kirin ne mimkûn e. Divê PDKê jî, ji derveyî YNKê û Goranê hikûmet ava bike.

Gor baweriyekê ev dibe sedem ku du herêm wek berê ji hevdu veqetin, du hikûmet derkevin holê. Ez zêde ne bi vê baweriyê re me.

Gelo divê çima PDKê ji derveyî YNKê û Goranê hikûmet ava bike?

Li Başûrê Kurdistanê, bi referandûma serxwebûna Kurdistanê û encamên wê; îşgala Kerkukê qonaxeke nû û miladeke nû dest pêkir. Hemû partî, serok û berpirsiyarên partiyan hatin ceribandin. Helwesta li hemberî referandûma serxwebûna Kurdistanê, ji encamê referandûmê re, ji dewleta Kurdistanê re xwedî derketin, li dijî îşgala Kerkûkê bûyîn, an nebûyîn, ji bona partiyan bûn pîvanekê. Rewşa partiyan zelal bû.

Loma gelek partî hene ku welatparêziya wan û milîbûna wan bi niqaşe ye.

Divê gora van şertan hikûmetek, hikûmeteke milî ava bibe.

Ji aliyê din ve, ev hikûmeta Kurdistanê dê ji hikûmetê demên berê cudatir be. Lewra li pêş hikûmeta nû xebat û wezifeyên gelek stratejîk hene. Bes hikûmeteke milî ya xûrt dikare van wezîfeyên stratejîk pêk bîne.

Dema ku em bi wan pîvanan û gor demokrasiyê li avakirina Hikûmeta Kurdistanê binêrin, ev rastiyan derdikevin pêş me.

Di hilbijartina giştî ya Başûrê Kurdistanê de PDKê bû partiya yekemîn. Divê bi destê PDKê mitleqa hikûmet ava bibe.

Dema ku ez şertên Başurê Kurdistanê û dîroka Tevgera Milî ya Kurdistanê, rolên partiyan didim ber çav jî, ez dibînim ku bê PDKê Kurdistan îdare kirin, mimkun nîn e.

PDKê jî divê gor wezîfeyên stratejîk yê nû û milî, rewşa hemû partiyan baş bide ber çav û şirove bike, hikûmetê ava bike.

PDKê dema hikûmetê ava bike, divê şert û pîvanên li jêr bide ber çav.

*Di referandûmê de helwesta partiyan pîvaneke girîng e. Di destpêkê de ji derveyî PDKê hemû partî li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê bûn. Pişt re YNKê mecbur bû ku ji referandûnmê re piştgirî bike. Lê YNKê jî bi hemû berpirsiyarên xwe piştgirî nekirin. GORAN û partiyên îslamî jî li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê bûn. Pişt re ew jî mecbûr bûn, ku kerhen ji referandûmê re piştgirî bikin.

*Li dijbûn û piştgirtîbûna îşgala Kerkukê ye. Goran û beşekî mezin yê YNKê raste rast ji îşgala Kurdistanê bûn alîkar. Rê dan ku tevayî Kurdistanê îşgal bibe, Dewleta Federe ya Kurdistanê xerab bibe. Ji bona ku pêşiya îşgala Kurdistanê bêgirtin û Dewleta Federe ya Kurdistanê bê prastin, pêşmergeyan li Pirdê, li Shêlê, li Mehmûdiyê û li deverên din şer kir, ew nabûn alîkar. Helwesteke pozîtîf ya siyasî jî nîşan nedan.

*Ji encama referandûmê û ji Dewleta Kurdistanê re xwedî derketine. Ji derveyî PDKê û Serok esûd Barzanî, serok û partiyên din, bi taybetî jî piştî îşgala Kerkukê û êrişên dewletên dagirker û kolonyalîst bêdeng man. Ji encama referandûmê re xwedî derneketin.

*Ji bona îşgala Kerkukê ji holê rabe, xebat tê kirin, an na mijareke stratejîk e. Ji derveyî PDKê di vê mijara stratejîk de jî xebat û hewildan tune ye. PDKê ji bona ku nerewabûna îşgala Kerkukê nîşan bide, li Kerkûkê beşdarî hilbijartinê nebû. Hezar mixabin partiyên din, ji bona berjewendiya xwe yên grûbî beşdarî hilbijartinê bûn. Deng nedan serokê Meclîsa Kerkûkê û waliyê Kerkukê.

*Helwesta partiyan di derbarê serokkomarê Iraqê de ye. Bi taybetî YNKê, di mijara serokkomarî de li dijî berjewendiya neteweya kurd û Kurdistanê tevgeriya. Bê exlaqî kir. Kesekî di du hilbijartinand de deng ji gel negirtibû û ji YNKê veqetiya bû û kesekî narsîst û egoîst kir namzet û ereban jî ew kir serokkomar. Bi metoda nekurdî ya mamzete serokkomarI tespît kir, bû sedem ku Berhem salah kurdan ne, Îran û erebên Iraqê temsîl bike.

*Li Kerkukê îşgal rabûn u referandûm xwestin. Ev jî ji bona dinyayê bê diyar kirin ku Kerkuk bajarê Kurdistanê ye. Divê ev referabndûma derî pêş referandûma serxwebûna Kurdistanê nebe.

*Makezagona federal bi her awayî pêk anîn û cî bi cî kirin.Ji derveyî PDKê, Partiyên Kurdistanê di vê mijarê stratejîk de jî ne zelal in û qerardar jî nîn in.

*Divê hikûmeteke ku demokrasiyê li Kurdistanê fireh û kur bike, ava bibe. Demokratîzebûna Kurdistanê derxe pêş. Reformên milî û siyasî û civakî pêk bîne. Ji derveyî PDKê, partiyên din jakoben, otorîter, totalîter, ne demokrat in.

* Li hemberî dewletên dagirker û kolonyalıst; hêzên biyanî helwest girtin e. Hezar mixabin Goran û YNK û Partiyên îslamî di vê pirsê de xwediyê helwesta ne baş û ne milî ne. Bi dewletên dagirker re hevşirêdana wan heye.

Dema ez van hemıû şert û pîvanan tînim berçav, divê PDKê ji dervyeyî Goran û YNKê hikûmetekê ava bike. Di hikûmetavakirinê de pîvanên demokrasiyê û berjewendiyên milî derxe pêş.

Di demokrasiyan de hikûmeteke xûrt û mixalefeteke xûrt, welêt pêş dixe. Ew ji bona Kurdistanê jî pêwîstiyek e.

HIKÛMETA KURDISTANÊ DIVÊ XWEDIYÊ BERNAMEYEKE STRATEJÎK BE JÎ…

Di avakirina Hikûmeta Kurdistanê de  wek min li rêzên jorîn jî diyar kir rol û mîsyona û wezîfeya girîng li ser milê PDKê ye. Lewra di hilbijartina Giştî ya Kurdistanê (30 îlonê) de PDKê ji sedî 45 deng girt û bû xwediyê 45 parlamenteran.

Loma jî nûha PDKê ji bona avakirina hikûmeta nû di nav hewildaneke milî, civakî û siyasî de ye. Gor daxuyaniya serok Barzanî û serokwezîrê Kurdistanê û PDKê, ji bona, ku hikûmet bi lez û zutir ava bibe, xebat tê kirin.

PDKê divê gorî van mijaran û bi taybetî jî, ji bona ku îşgala Kerkukê dawî bê û pêvajoya Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê bê meşandin, divê tifaq û koalîsyon çê bike.

Ew partiyên li dijî ssrxwebûna Kurdistanê ne û bûn sedem ku Kerkuk bê îşgal kirin, divê  di hikûmetê de cî negrin. Heger cî bigrin, wê demê avakirina hikûmeteke milî nabe.

Loma di bernameya Hikûmeta Kurdistanê de:

*Hikûmeta Kurdistanê: Divê ji bona ku Hikûmeta Iraqê, Dewleta Federal pêşve bixwe,

*Iraq demokratîze bibe, binpêkirina makezagonê ji holê rabe,

*Îşgala Kerkukê dawî bê, li Kerkukê referandûm bê li dar xistin,

*Ambargoya li ser Kurdistanê ji holê rabe,

*Di dewleta federal de îradeya cûdabûna miletan bike yasayî û encama referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk bîne,

*Pêvajoya dewleta Kurdistanê bimeşîne,

*Li Kurdistanê rewşa civakî û aborî pêş bixwe, sîstema federe bi cî û cî bike, rewşa îdarî reformê bike.

Amed, 09. 11. 2018

 

 

Back to top button