Dosya

PDK: Dengê me li Silêmaniyê zêde dibin

Berdevkê encumena rêveberiya PDKê li parêzgehên Silêmanî û Helebcê, Eta şêx Hesen ji BasNewsê re got, PDK di tevahiya xebat û dîroka xwe de her dem rastgo bûye û ji ber xatirê berjewendiyên gelê Kurdistanê berjewendiyên xwe daye aliyekî. Ji ber wê jî em piştrast in gelê Kurdistanê dê baweriya xwe me bihîne.Eta şêx Hesen her wiha got, em xebatên xwe yên hilbijartinê di atmosfereka aram de pêk tînin û roj bi roj jî xebatên me germtir dibin.Wî berpirsê PDKê anî ziman ku ew pêşbînî dikin dengên PDKê li devera Silêmaniyê zêde bibin û got, dengên me dê li Silêmaniyê zêde bibin ji ber ku vê carê mîna cara pêşbîn firsenda dizîna nîne.Li ser vê nûşeyê û daxûyaniya berpirsê PDKê li devera Silêmaniyê, hêjaye ku bê sekinandin. Ji ber ku yan hetta niha PDKê giraniya pêwist nedaye Silêmaniyê, yan jî kadroyên PDKê yên li wê herêmê kar dikin têra ku siyaseta PDKê li deverê bilav bikin nakin.Silêmanî ne mehkumê siyaseta YNK, GORAN û hinek aliyên din e. Divê PDK ne tenê dema hilbijartinan de piştre jî di çerçova bernameyek gelek berfireh û taybet de, li wê deverê kar û xebatek nûjen bike ku xelkê deverê ji bin bandora siyasetên xelet derkeve. Heta bandora wan siyaseta li Silêmaniyê serdestbe, dê rewşa Kurdistanê de her demî kêmasiyek mezin hebê.   

Back to top button