Nivîsar

PDK çawa ji bin vî barê giran derkeve

Encamên hilbijartina parlamentoya Kurdistanê  bi fermî hatin ragehandin û Partya Demokrata Kurdistanê weke partiya yekem li ser asta başûrê Kurdistanê 45 kursî bidest xistin û kete bin barek gelek giran.

Pirs li vir eve; PDK dê çawa ji bin vî barê gelek giran derkeve û bikaribe vê mezinatî û cemawerê xwe biparêze ku piştî çar salên din eger zêdetir neke hema bikaribe kursiyên niha hene ji dest nede û seng, giranî û qebareya xwe di hilbijartinên bên de, piştî çar salên din, biparêze.

Ji bona ku PDK bikaribe piştî çar salên din dema dikeve hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de hijmara kursiyên xwe kêm neke û bergiriyê jê bike, divê van kar û xebatên li jêr bike:

  • Di pêkanîna hikûmeta nû ya başûrê Kurdistanê de, divê PDK encama hilbijartina li berçavan bigire û bi her partî û aliyekê hikûmetê pê re ava bike divê li ser bingehê ka her partî û aliyekî çend kursî li parlamentoya Kurdistanê hene, be. Bi gotinek din, çênabe PDK dengên cemawerê xwe bi hindek alî û rêxistinên din bide, divê rêz û hûrmetê ji dengê xelk û cemawerê xwe re bigire û cemawerê xwe xeyalşikesî neke. Ev li hemû welatên demokratîk ku hilbijaritnê tê de tên kirin wisaye.
  • Piştî avakirina hikûmetê nezêdetir ji 3 mehan sîstema paşkeftiya miaşna hilweşîne, her meh bi awayekî sîstematîk miaşna bide û rêyeke çareseriyê ji bo ew miaşên li ba hiukûmetê hene bê dîtin. Niha li başûrê Kurdistanê pirs û mijara herî girin li ba xelkê pirsa jiyanê ye. Divê hikûmeta nû vê kartê di destê opozisyonê de bişewitîne. Ser û binê gotin û axaftina aliyên xwe bi opizisyon hisab dikin pirsa miaş, paşket û jîn û jiyara xelkê başûrê Kurdistanê ye, bi her awayî be hikûmeta nû vê pirsa girimg û sereke çareser bike.
  • Her çiqas hikûmeta niha du kompaniyên navdarên cîhanê yên şareza û pispor di warê hûrbîniyê de anîne û li ser pirosesa nefta başûrê Kurdistanê hûrbîniyê dikin jî, lê divê hikûmeta nû hêş zêdetir şefaf û zelaltir be di warê firotin û dahatê neftê de. Ev jî kartek giringe û divê ji destê opozisyonê derbixe. Ango hikûmet bi awayekî di pirosesa neft û gazê de şefaf û zelal be ku êdî xelkê sade jî bawer bike û bizane ka hikûmet çawa nefta Kurdistanê difroşe û dahatinî çende.
  • Piştî van hilbijartinan delîvek gelek baş, delîvek zêrîn di destê PDK deye ku li parlamentoya Kurdistanê çend yasayên peywendîdar bi jiyana xelkê, bi asayîş û bi rêxistin û yekirina pêşmergeyê Kurdistanê derbike. PDK li parlamentoya Kurdistanê piraniye û dikare gelek yasayan derbixe.

Yasaya herî giring, yasaya yekirin û jinûve rêkxistina pêşmergeyê Kurdistanê ye. Weke em dizanin pilaneke hêzên Hevpeyman bi taybetî, Amerîka, Birîtaniya, Fransa û Almaniya ji bo pêkanîna hêzeke yekgirtî ya pêşmergeyê Kurdistanê heye û di vî warî de çend gav jî hatine avêtin. Ev daxwaza hemû aliyên siyasî, rêxistin û komelyên nehikûmî û hemû xelk û cemawrê başûrê Kurdistnê û û parçeyên din yên Kurdistanê ye. firsete ji bo PDK vê gavê pavêje û yasayek minasib li parlamentoya Kurdistanê derbike û pêşmergeyê Kurdistanê bike yek hêz û di bin kontirola wezareta pêşmerge de be û çek û çekdarên neyasayî li sertaserî başûrê Kurdistanê qedexe bike.

Ev yek ji bo asayîşê jî raste.

  • Berî niha serok Mesûd Barzanî ji bona binbirkirina gendeliyê pirojek amade kiribû, niha wexte PDK bi cidî li ser vê pirsê raweste û destpavêjê û gavan pavêje. Bêtirs, bêdudilî û bêxatirgirtin, kî be bila bibe, gendelkaran rapêçî mehkeman bikin û li gor yasayê teamil pê re bê kirin.
  • Çend kar û xebatên din jî hene ku divê hikûmeta nû li ser raweste û dest bi cîbicîkirina wan bike weke; av û kehrebe, qerzên biçûk, qerzên avkirina xaniyan, qerzên zewacê û yên din. Monopola bazar nemîne, her kes azad be , bêy ku berprisek mayê xwe tê bike û bibe şirîk, ji xwe re şirket, kompanî veke û ticaret û bazirganiyê bike, eger ev bibe dê derfetên karî peyda bin û bêkarî jî, bi taybetî di nav gêncan de, li başûrê Kurdistnê kêm bibe.

Eger PDK van xalên li jor di nava çar salan de bicî bike dê bikaribe di hilbijartinên bê de, piştî çar salên din, eger dengên xwe zêde nekejî, ev kursiyên niha hene, 45 kursiyên xwe biparêze, ji bo PDK ev pirsek çarenivîs saze.

 

Nasrat Hacî

29.10.2018

Back to top button