Polîtîk

PDK bi ti awayî ne  li gel paşxistina hilbijartinan e

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed bersiva daxûyaniya cîgirê serokwezîr Qubat Talabani da û got:  Nabê wî mafî bide xwe û li ser navê hemû partiyan biaxive. PDK bi ti awayî ne  li gel paşxistina hilbijartinan e.Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Lîsteya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Qubad Talebanî îro di dema vekirina termînala nû ya Firokexaneya Silêmaniyê de ragihand, ku hemû partî dixwazin hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin paşxistin lê ti kes naxwaze vê yekê bîne ziman.Mehmûd Mihemed derbarê vê mijarê de helwesta partiya xwe ragihand û got: Nabê wî mafî bide xwe û li ser navê hemû partiyan biaxive. PDK bi ti awayî ne  li gel paşxistina hilbijartinan e. Ji ber ku hemû partî nêrîn û helwesta xwe bi riya sazî û dezgehên xwe radigihînin.”Mihemed herwiha diyar kir: Bi eşkere radigihînin ku PDK bi ti awayî ne  li gel paşxistina hilbijartinan e.Biryare roja 30ê Îlona 2018ê hilbijartinên xula pêncemîn a Parlamentoya Kurdistanê birêve biçe û hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê navê namzedên xwe pêşkeşî Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Kurdistanê kirine.  

Back to top button