Polîtîk

PDK-Bakur, Reorganize û Kongreya RDW bi hawakî biserkeftî pêkanî.


PDK-Bakur,  Reorganize û Kongreya RDW bi hawakî biserkeftî pêkanî.

Kongre, bi beşdariya berpirsê Reorganizekirina RDW ku ji aliyê Meclisa  Partiyê ve hatiye desthilatdarkirin, nûnertiya herêma Almanya, herêma Norwec, herêma Hollanda, herêma Danimarka û bi piştgiriya herema Swêd (bi niviskî), pêkhat.

Kongre bi gelemperî li ser rewşa siyasî û civakî a bakurê Kurdistanê rawestiya, gavên demokratîk ku ji aliyê hikumeta Erdogan ve tên avêtin, bi  awakî erênî hate nirxandin. Lê pêvîst e ku Kurd vêna bi hawakî cîdî bişopînin û van gavan pêşde bibin.
Her gav û hewildanên ji bo hevgirtina hêzên siyasî û tevgêrên yasayî li bakurê Kurdistanê bi hawakî erênî hate nirxandin.

Kongre bi hawakî giştî li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û Dewleta Federe rawestiya. Hewildanên birêz  Serokê Herêma Kurdistanê Cenabê kek Mesut Barzanî, di warê hevgirtina hêzên kurd li başûr û helwesta canabê wî di doza kurdî de, bi hawakî serbilindî û hêja hate nirxandin. Li gel vêna bi herisê dewleta  Îranû li ser başûrê welatê me bi hawakî dilesayi û xemgînî hate nirxandin.

Herweha beşdarên Kongrê qîmeteke mezin didin xebatên bihevrayî a  hêzên siyasî ên kurd li derveyî welat. Bi pêşdebirina van karên bihevrayî yek ji wan  xebatîn xwe ya serekî dibîne.

Herweha beşdarên kongrê  hewldidin ku dawî li aloziyên nava partiyê bê û pirsgirêkên navxeyî bi hawakî aştî,birayane û serkevtî bi dawî bên.  Divê hêz û qeweta her endamê partiyê têkeve xizmeta doza kurd û Kurdistanê.

Di dawiya kongrê de Komiteyek hate hilbijartin û bi temenî soza parastina yekîtiya partiyê, Kongre bidawî hat.

17.06.2010
Komîteya RDW 
PDK-Bakur

Back to top button