Li Tirkiye partiyek nijadperst hate damezirandin. Ev cara yekeme ku partiyek tê damezirandin û xwe vekirî wek partiyek nijadperest dide nasandin.Navê partiya nû bi kurtî “Ötüken “ e.Parti di bernama xwe de dibêje: Em li ser bingehê nijadê hatine damezirandin. Em ji bo nijada xwe bilind bikin emê hemû awayî kar bikin û vê yekê wek erkek mezin dibînin.Tirkiyatî ji bo me bingehe , em yekitiya olî û mezhebî wek pîvan qebûl nakin.Armanca me ewe ku em Tirkitiyê bikin felsefa bingehin ya dewleta xwe.Berdewamiya bernamê de dibêje: Heçî kesên ne xwedî ramana Tirkîtiyê be divê ji dezgehên dewletê bêne pakij kirin. Dê Tirk biryara siyasetê li Tirkiye bidin.Divê leşker û polis hemû Tirk bin. Nabe leşker û polis yên ne Tirk re bizewicin..Vê partiyê gelek tiştên din faşîzanî gotine û rastiya xwe derêxistine holê.
Pêş
18/04/2024
Sopranoya Kurd wê yekemîn konsera xwe li Amedê bide
18/04/2024
Erdogan: Emê di nava rêxistina xwe de guhertinên pêwîst bikin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Amerîka ji Iraqê dernakeve17/04/2024