Polîtîk

Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye

Di dîroka siyasîya Tirkiye de yekem car partiyek bi navê Kurdistanê hate damezirandin û ev partî ji aliyê wezereta navxwe de hate pejirandin.

Piştî vê prosesek din destpêkir. Hêdî çavên herkesekî li dadgeha Temizê (Yargitay) bû. Ji ber ku ihtimala mezin ew bû ku serdozerê dadgeha temîzê doza girtina vê partiyê li dadgeha destûrî bike.

Lê serdozerê dadgeha temîzê piştî bername û ewrakên partiyê nirxandin, biryar da ku tiştek ku mirov ji derê yasayî bibîne û ji bo girtina vê partiyê dozê veke tuneye.

Serokê Partiyê M.Emin Kardas di avahiya Partiya ya Diyarbekirê de

Bi vê biryarê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye bi fermî kete di nava rêza partiyên siyasî de. Herweha hêdî PDK-T dikare rêxistinên xwe avabike û dest karû xebata xwe bi awayek fermî bike.

Back to top button