Partî tu demek ji sînorekî cografî ya diyarkirî de nehatiye kurt kirin
Peyama Serokê Kurdistanê ya ji bo 67. salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta 67(Şêst û Heftemîn) salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî kadir û endam û alîgirên Partî(PDK) û hemû gelê Kurdistanê dikim. Damezrandina Partî li 1946 de zerûretekî dîrokî bû ji bo dirêjepêdana xebat û berxwedana gelê Kurd ya li wê dema nexweşê ku dijmin û dagîrkerên Kurdistanê bi hemû hêz û şiyanên xwe ve hewla bê dengkirina şoreş û serhildana gelê Kurd dida.
Damezrandina Partî hêviya dijminan xiste gorê û wê peyamê bi neyarên gelê Kurdistanê gihand ku gelê Kurdistanê xwedî îradeyekî bi hêze ji bo berdewambûna li azadîxwazî û xebata bê westan de. Damezrandina Partî ezmûnekî kêmwêneyê li dîroka siyasiya gelê Kurd bû. Ji ber ku Partî berhema yekdengiya Pêşmerge, xebatgêr, rewşenbîr, siyasiya welat û hemû pêkhatên civaka Kurdistanê bû.
Partî tu demek ji sînorekî cografî û hizrî ya diyarkirî de nehatiye kurt kirin û karî bi rêberiya Barzaniyê Nemir mezintirîn şoreşa dîrokiya siyasiya gelê Kurd ku şoreşa Eylûla mezin bû destpê bike û ji hemû qonaxên jiyana siyasiya Kurdistanê heta qonaxa rizgarî û avadankirina Kurdistanê rolekî serekî û yek alîker hebûye. Damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo perçeyên dinê Kurdistanê jî cihê hêvî û berdewambûna li şoreş û xebata rizgarîxwaza gelê Kurd bû. Partiya Demokrata Kurdistanê xwe bi tu îdeolojiyekî bertesk û hizrî ya şovenî û tundrewî nebestiye û bûye çetrek ji bo wê yekê ku hemû pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistanê li bin de kombibin û eve jî li pêşketina hizrî û siyasiya li Kurdistanê da destkeftekî bêwêne û serdemiyane bû. Partî herdem hilgirê peyama aştiyê bûye û ji bo bergirîkirina Kurd û Kurdistanê berdewam jî amade bûye.
Xelkê xweşdiviyê Kurdistanê
Niha li serdemek de dijîn ku li hemû demek zêdetir gelê me hêvî bi paşarojeke geş û pir hêvî heye û yekemîn care aliyên hemû beşên Kurdistanê bi niyaza sazkirina Kongreya Neteweyî ya Kurdin bo ku wê peyama aştîxwaziyê ji gelên herêmê re bişînin. Ji bo wê yekê jî ji hemû demek jî zêdetir pêwîstiya me bi yekdengî û yekrêzî û tebayî û tevgerên Kurdperwerane û nîştîmanî û serdemiyane heye. Bi pêwîstî dizanim li vê salvegera bi rûmet de daxwaz ji hemû endam û alîgir û serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê û hemû hêz û aliyê siyasiyan bikim bi hemû hêz û şiyanên xwe ve yarmetiya parastina birayetî û hevdengiya neteweyî ya Kurdistanî bidin û berjewendiya neteweyî li ser rûyê berjewendiya tengên hizbî û siyasî de deynin. Li salvegera 16 ê Tebaxê de daxwaz ji we dikim em hemû li pey wan nirx û armancan bigerîn ku Partî bi navê wê hate damezrandin ku ew jî azadî û aştî û demokrasîxwazî bûye û kar bi wan biha û armancan bikîn û geştir bikîn.
Ji wê salvegera pîroz de hezar silav ji bo şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê û kesukarên şehîdên me yên ser bilind re dişînim û 16 ê Tebaxê li hemû aliyek pîroz bê.
Bijî Kurd bijî Kurdistan
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê