Polîtîk
Parlementoyê di derbarê serokatiya herêmê de biryar da
Parlementoya Kurdistanê di civîna xwe de biryar da ku, serkatiya Herêma Kurdistanê di dema niha de bê cemidandin û Îlona 2018ê tenê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê bête kirin.Wek tê zanîn piştî serokê Kurdistanê Mesud Barzani, nexwest dema serokatiyê bê dirêj kirin û xwe da aliyekî, desthilatdariya serokatiyê li serokwezîrîyê, li parlementoyê û dezgehê dadweriyê hatibûn belavkirin.Biryar bû ku hilbijartinên serokatiyê û parlementoyê bi hevre bêne kirin. Di civîna xwe de parlementoyê biryar da ku tenê hilbijartinên parlementoyê çêbibin.Dê parlementoya nû bê hilbijartin biryarê li ser rewşa serokatiya herêmê bide.