Polîtîk
Parlemento civînek awarte pêktîne
Serokê parlementoya Kurdistanê daxwaz ji endamên parlementoyê kir, ku roja çarşemba (sibehê) li kombûna awarte ya parlementoyê de amade bibin.
Ev kombûna awarte ji bo rûdanên li Silêmanî û henek deverên din çêdibin tê irin. Parlemento dixwaze di vê derbarê de rolek bingehîn bileyze.
Şîretkarê ragihandina serokê parliyamenta herêma Kurdistanê Tariq Cewher di vê derbarê de ji PNA re da xuyakirin, ku ew dê di vê kombûnê de behsa rewşa niha ya herêma Kurdistanê bikin.
Ji roja 17/02/2011 ve xwepêşandan li devera Silêmanîyê dest pê bûne û di encama wan de, kuştî û birîndar di nav hevwelatîyên xwepêşander de çê bûne. Dê gengeşeyên parliyamentê jî, li ser vê rewşê bin.