Nivîsar

Parlementerê HDPê dixwaze çi bêje?

Parlementerê HDPê yê Diyarbekirê Musa Farisogullari di derbarê êrîşa Tirkiye li ser Mexmûrê daxûyaniyek da. Farisogullari di daxûyaniya xwe de êrîşa Tirkiye şermezar dike . Lê li aliyek din ve hem PDKê bi hevkariya Tirkiye tawanbar dike û hem jî dibêje bila PDK li himber vê êrîşê dengê xwe derêxe.

Nayê zanin ku armanca Farisogullari çiye? Gelo dixwaze Tirkiye şermezar bike yan PDK tawanbar bike? Ev siyaseta durû hêdî feyde nake.

Tirkiye êrîş biriye  ser Mexmûr, wek her kurdekî û her mirovperwerekî ev êrîş divê bê şermezarkirin. Lê parlementerê HDPê bi devê PKKê diaxive û êrîşê dibe ser hinek aliyên kurda.
Parlementerê HDPê dibêje: Gelê me zêdetirî 24 sal e li ser axa xwe koçbere û bi salane rastî zextên Tirkiyeyê û PDK’ê hatine. Gelê me di dîroka xwe ya koçberiyê de 8 wargeh ji ber zilmê guhertin û Mexmûr wargeha 9’emîne. Li Wargeha Mexmûrê jî gel ji zextên Tirkiyeyê û PDK’ê xelas nebûn û herdem Mexmûr ji bo xwe kirin hedef. Hêjayî gotinê ye ku Wargeha Mexmûr di sala 1998’an û vir de dibin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye û NY’ê statuya Wargeha Penaberan daye wargehê. Li gel ku wargeh dibin kontrola NY’ê de jî bi gelek carane êrîş li ser wargehê pêk tê.”

Farisogullari bi mejiyê xwe yê li dijê Kurdistanê, Mexmûr xaka Iraqê bi nav dike û dibêje: Tirkiye bi kîlometreyan axa Iraqê derbas dike û li wargeha Mexmûrê dixe. Sala borî jî di 6’ê vê mehê de êrîşek pêk hat û di vê êrîşê de jî 5 welatiyên me qetilkirin. Bêdengiya li hemberî vê êrîşê cesaret da Tirkiyeyê. Ev êrîşa li dijî Mexmûrê bi hevkariyeke qirêj pêk hatiye. Wargeha dibin kontrola NY’ê de ye. Hêjayî gotinê ye ku ewlehiya herêmê jî di bin kontrola Iraqê û pêşmberiyên Herêma Federal a Kurdistanê de ye. Bêdengiya NY, hikûmeta Başûr û Iraqê me dixe nava fikaran. Divê demildest NY, hikûmeta Başûr û Iraq bi erka xwe rabin.

Parlementerê HDPê yan haj ji bûyera tuneye yan jî gelekê nezane heta van gotinan dibêje. Hêdî ew propaganda bûye ji edetê zikê xelkê têr kiriye. Ji xwe daxûyaniya vî parlementerî bi şansiyek mezine. Kaxizek danîne ber wî û ew diaxive, nizane çi dibêje.

Gelo Armenca HDPê dewleta Tirke yan PDK ye? Farisogullari di vê  axavtina xwe de dibêje: Divê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê dawî li bêdengiya xwe bîne û xwedî li nirxê neteweyî derbikeve. Bêdengiya Başûr me dixe nava fikaran, gelo çima li dijî êrîşên li ser Kurdan bêdengin? Bêdengiya li dijî vê komkujiyên hevkariya komkujiyê ye. Divê berî her tişî PDK û rayedarên hikûmetê bertek nîşanî vê komkujiyê bide û li hemberî êrîşan rabe.”  Rastî gelek balkêşe ky ev camêr behsa nirxên netewî dike. Gelo ew dizane nirxên netewî çine û tê çi wateyê?

Gotinên bi mexsed û ne di rîya xwe de tu feydeyê nade kesekî. Nabê bi tu mejiyekî di vê êrîşê de behsa PDKê werê kirin. Gelo parlementerî HDPê Îmam Taşçier di derbarê daxûyaniya Farisogullari de çi dibêje? Herweha dîtina Ahmet Turk jî di vî babetê de cihê mereqeye?

Nûçe/Analiz

Back to top button