Cîhan

Parlamentoya Viyanayê komkujîya Helebçeyê wek ‘jenosîd’ qebûl kir

Meclîsa eyaleta Viyana ya Awûstûryayê bi yekdengî pêşnûmeya hevpar a Partîya Keskan, Partîya Sosyal Demokrat a Awûstûrya (SPÖ),Partîya Awûstûrya Nû û Foruma Lîberal (NEOS) pejirand û komkujîya Helebçeyê wek ‘jenosîd’ qebûl kir. Parlamentoya Viyanayê têkildarî rûniştina 23ê Adarê bi daxuyanîyek nivîskî biryar parve kir û cîh da gotinên Parlamentera Partîya Keskan Bêrîvan Aslan.

Berîvan Aslan, di axaftina xwe de diyar kir ku 35 sal berê di êrîşa bi gaza jehrî ya Seddam Huseyîn de 5 hezar Kurd hatin qetilkirin. Li gorî daxuyaniyê, pêşnûmeya Partîya Keskan, SPÖ û NEOSê bi yekdengî hat pejirandin û Komkujîya Helebçeyê ji alîyê Parlamentoya Viyanayê ve wek ‘jenosîd’ hat qebûlkirin.

Wekîla Keskan Bêrîvan Aslan, bi peyama ku li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir ev biryar eşkere kir. Aslan got: “Di dîroka siyasî ya Awûstûryayê de cara yekemîn bi însîyatîfa min sûcên komî yê li dijî Kurdan wek ‘komkujî’ hat qebûlkirin. Doh êrîşa bi gaza jehrê ya li Helebceyê ji alîyê hemû partîyan ve li Parlamenta Viyanayê bi yekdengî wek ‘jenosîd’ hat qebûlkirin”. 

Back to top button