Cîhan

Parlamentona eyaletê yekem car bi fermî Newroz pîroz kir

Parlamentoya Eyaleta Nordrhein-Westfalen a Almanyayê,bi organîzekirina û pîrozkirina Newrozê gavek girîng avêt.

Li gor agahîyên çapemenîyê, Serokê Parlamentoya Nordrhein-Westfalen komek Kurdên ku li herêmê dijîn vexwend parlamentoyê. Vexwendina Newrozê ya li Meclîsê ji alîyê jina Kurd Bêrîvan Aymaz a ku Cîgira Serokê Parlamentoya Nordrhein-Westfalenê ye hat organîzekirin.

Li Eyaleta Nordrhein-Westfalen, ku herêma herî mezin a Almanyayê ye û zêdeyî 18 mîlyon mirov lê dijîn, cara yekem Newroz tê pîrozkirin. Li salona civînan Newrozê Serokê Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalen André Kuper ji bo mêvanên Kurd û Alman axaftinek kir.

André Kuper, di axavtina xwe de got, “Li salona civînan a Parlamentoya Nordrhein-Westfalen cara ewil e bi beşdarîya rêveberîya herêmê merasîma Newrozê tê lidarxistin”.

Cîgira Serokê Parlamentoya Nordrhein-Westfalen Bêrîvan Aymaz jî axivî û got: “Ji bo min gelek girîng bû ku ji bo pêşwazîkirina Newrozê dawetname bên şandin. Ez spasîya serokê me birêz Kuper dikim ku piştgirî da vê însiyatîfê. Bifikirin ku di dîroka Almanyayê de parlementoyek ji bo pîrozkirina sersala Kurdî dawetnameyek fermî dişîne. Ji Rhein-Westfalen gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Hunermend, sînemager, nûnerên sendîka, partî, nûnerên şîrketan û ji çandên cuda cuda hatin”.

Back to top button