Civak

Parastina nirxên demokratik, bexteweriya welatiyan û aştiya civakî

 Li Kurdistanê 21ê Îlonê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê çêdibin. Roja 28.08.2013ê bangeşeyên(propangande) hilbijartinan bi aweyek fermî destpêdike.

Bi awayek din li Kurdistanê pêvajoya hilbijartinên parlementoyê destpêkir. Aliyên siyasî ji bo hilbijartina de sebikevin dest paropagandeyê kirin.
Bi vê minasebetê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî ji bo raya giştiya Kurdistanê û herweha ji bo hemû aliyên siyasî daxuyaniyek ragihand.

Ev jî daxuyaniya serokê Kurdistanê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
 
Cihê xweşhalî û hêviyeke mezine îro dibînîn Herêma Kurdistanê li ber encamdana hilbijartina Parlemena Kurdistane ku bi dilniyayiyê ve hengavekî pir girînge ji bo dewlemendtir kirina ezmûna demokrasiya li welatê me de. Bi vê helkeftê pir bi dil pîrozbahiyên xwe bi gelê serbilindê Kurdistanê û hemû partî û aliyê siyasiyên beşdarvanê hilbijartinê radigihînim û hêvîdarim bibê sedema kûrtirbûna bingehên hukma gel û sedemek bê ji bo geşbûna siyasî ya li Kurdistanê.
 
Niha ku li yekem roja destpêkirina helmeta bangewaziya hilbijartina Parlemena Kurdistanê dayîn, daxwaz ji hemû partî û aliyê siyasiyan û endam û alîgiran û hemû welatiyên delal dikim bi hemû şiyanek ve hewl bidin vê helmetê li rewşeke aram û dûrî li kêşeyan û her wiha bi awayeke hemdemiyane û medenî bê encam dan û nebê sedema têkdana jiyana asayî ya xelkê.
 
Parastina nerîtên demokratik, bexteweriya welatiyan, aştiya civakî, pêgeh, nav û dengê Herêmê erkê hemû aliyeke û pêwîste pabendî wan bîn. Daxwaz ji hemû aliyê peywendîdarên Hikûmeta Herêmê û komîsyona bilinda serbixweya hilbijartinan jî dikim hemû hewlêkî xwe bixin holê heta helmeta bangewaziya hilbijartinan li ber çav girtina rênimayiyên yasayiyan û bi serkeftî bê encam dan.

 28.08.2013

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

Back to top button