Polîtîk

Paramenterê PDKê: Sozên ku me dabûn, emê hemûyan cîbicî bikin

Parlamenterê PDKê Omêd Xoşnaw hêviyê dide xelkê Herêma Kurdistanê û dibêje, ew sozên ku PDKê dabûn, dê hemûyan cîbicî bike ji bo xweşguzariya welatan.

Omêd Xoşnaw ji malpera KDP.info re ragihand: “Me wek Koma PDKê di nava Paralamentoya Kurdistanê de dest bi kar û çalakiyên xwe kiriye. PDK dirûşm û silogana (Kurdistaneke bihêz) avêtiye ser milê xwe. Soz daye ku xweşguzeraniyê pêşkêşî xelkê Kurdistanê bike. PDK xwedî sozên xwe ye û dê cîbicî bike. Ew sozên ku di dema hilbijartinan de me dan xelkê, bila xelk bi hêvî bin ku dê hemû cîbicî bibin.”

Xoşnaw wiha got: “Ji bo cîbicîkirina wan sozan em di nava Koma PDKê de komîteyeke taybet ava dikin, da ku em bi xelkê xwe re rastgo bin û di dawiya vê xula parlamentoyê de dê eşkere bibe ku çawa PDKê xizmeta wan kiriye, lewmaemê di asta wan sozên xwe de bin û kar ji bo paşerojeke baş bikin ji bo xoşguzariya welatiyan.”

Back to top button