Polîtîk

PAK di rêya azadîyê de gihîşte 5 salî ya xwe

PAKê bi minsabetiya 5mîn salvegera xwe daxûyaniyek ji bo raya Giştî ragihand.

DAXÛYANÎ:


Di demeke ku miletê Kurd li welatê xwe careke din tûşî êrîş û neheqîyên pir alî yên ji însanîyetê dûr dibin, PAK gihîşte 5 salîya xwe.

Dewleta Tirkîyeyê, sîyaseta ku li ser dijayetîya miletê Kurd hatîye ava kirin ji xwe re kirîye bingehê hebûna xwe û di hemû helwest û gavên xwe de bi hişmendîya  ‘merivê Kurd bila dîya xwe nebîne’ tevdigere. Belê Dewleta Tirkîyeyê, ne bes li Bakurê Kurdistanê, herweha li Başûr û  Rojavayê Kurdistanê jî bi vê helwest û sîyaseta şaş dijayetîya gelê Kurd dike û di her gava xwe de rêyên çareserîya pirsgirêkan zêdetir têk dide, dixetimîne.

Li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd rû bi rûyî êrîş, qetlîyam , wêranî  û koçberîyên nû bû.

Biryara agirbestê ya  li Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku mumkune   rê li ber qetlîyamên nû bigire,biryareke erênî ye. Lê îro gava ku em li rewşa Rojavayê Kurdistanê dinerin, em dibînin ku di derbarê Rojavayê Kurdistanê, Surîyê û herêmê de her dewletek xwedî niyet, plan û stratejîyeke taybet û veşartî ye. Lê niyet û armanca kê çi dibe bila bibe, kiryar û helwest û siyaseta van dewletan encameke hevbeş bi xwe re anîye.Ew jî ev e: Mirênê nîşanî Kurdan didin da ku kurdan bi tayê razî bikin.

Li Rojavayê Kurdistanê bêyî îradeya gelê me, êrîş û plan û peyman tê kirin.

Di demeke ku li her çar perçeyên Kurdistanê jî gelê me tûşî êrîşên pir alî dibe, divê her kes û alîyek xwe ji sîyaset û kiryar û helwestên ‘tekçî’ yên ku aşitî, yekitî, azadî û demokrasîya navxweyî texrîb dike dûr bixe. Divê em bizanibin ku ew nêrîn û sîyasetên ku ji hişmendîya netewî, niştimanî dûr in zirarê dide doza gelê me. Bi sîyaseteke niştimanî, netewî, demokratîk, bi nêrîneke ku pêvajoya heyî û aktorên vê pêvajoyê bi  awayekî zanistî û rast binirxîne, em dikarin li himberî van karesatên li ser gelê me tên rawestin û firsendên nû ji gelê xwe re çêbikin.

Li gel hemû qetlîam, jenosîd, neheqî û wêranbûnan jî, tu şika me jê tune ye ku, gelê Kurdistanê van rojên reş û tarî  dê li dûv xwe bihêle û dê azadîya xwe bidest bixe.

PAK di 5 salîya xwe de jî  her bi wan armancên xwe yên dema damezrandinê xebatên xwe dimeşîne

Belê PAK ji bo ji van hemû neheqîyên ku gelê me rû bi rû dibe bêje ‘bes e’ û ji bo ku dawî li van neheqîyan bîne hate damezrandin; îro jî her bi vê armancê gihîştîye 5 salîya xwe.

PAK di roja 18.10.2014an de li Amedê hate damezrandin. Di roja 11.12.2014an de jî wekî partîyeke resmî li Tirkîyê hate qebûl kirin.

Lê Dadgeha Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê di derbarê PAKê de doza girtinê(daxistinê) vekir. Dadgehê ji ber ku di navê wê de ‘Kurdistan’ heye û di bernameya wê de hebûna miletê Kurd û Kurdistanê, mafê çarenûsîya miletê Kurd heye, daxwaz kir ku PAK navê xwe û bernameya xwe biguherîne.PAKê jî got ez navê xwe û bernameya xwe naguherînim. PAKê  di Dadgeha Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê bi Kurdî û bi Tirkî parastina xwe  kir. PAK di dîroka Dewleta Tirkîyeyê de partîya yekem e ku bi Kurdî parastineke sîyasî dike.

Di van 5 salên xwe de PAKê di doza azadîya Kurdistanê de xebateke bi rûmet meşandîye.

PAK navê ekoleke nû ye

Damezranêrên PAKê ew kadro bûn ku bi salan di reya azadîya Kurdistanê de keda wan hene; lê PAK bi gotar û sîyaset û helwest û xebata xwe ve partîyeke nuh e.

PAK di 5 salan de, li gel hemû kêmayî û pirsgirêkên xwe jî, bi ekola xwe, bi şêweyê xebatên xwe, bi helwestên xwe, bi gotarên xwe, bi afirandina sîyaseta xwe ve di siyaseta Bakurê Kurdistanê de bûye navendeke esasî.

PAK, helbete ku dikarîbû hîn baştir, xurtir û mezintir bûya. Lê ewqas ji destê me hat; kêmayî û xeletî jî, serkeftin û pêşketin jî yên me ne. Di pêvajoya pêş de, wazîfeyeke me ya esasî jî dê kêm kirina van kêmayî û xeletîyan bin, dê xurt kirin û girseyî kirina PAKê be.

PAKê di birêvebirina navxwe û di raya giştî de zimanê Kurdî wek zimanê bingehîn bikaranîye û Kurdî(Kurmanci û Dimilî) di temama daxuyanî û nivîsên navxweyî de zimanê resmî yê PAKê bûye.

PAKê li Bakurê Kurdistanê bi çalakî, xebat, konferans û helwestên xwe jî cudabûna xwe bi zelalî nîşan daye.

PAK Partîya Fedakarên Kurdistanê ye

PAK  bi  afirandina sîyaseta xwe, bi rêvebirina xwe partîyeke serbixwe ye. Herweha , PAK bi îmkanên aborî  yên rêvebir,endam û alîgirên xwe xebatên xwe dimeşîne, PAK Partîya Fedakarên Kurdistanê ye.

PAK  li gel vê xebata xwe ya mitewazî, dîsa jî di eslê xwe de bûye dengê bi milyonan bêdengên li Bakure Kurdistanê.

PAK dîrokê ji xwe nade destpê kirin, bi xwe jî naqedîne; rêzê li hemû ked û xebatên ji bo doza azadîya Kurdistanê hatine kirin digire û lê xwedî derdikeve.

Ji ber vê yêkê jî, PAKê got em ne partîya ji nû ve jîndar kirina tu tradîsyonan, tu partî û rêxistinan e. PAKê got em berdawîmîya ked û xebata tradîsyoneke 200 salî ne.

PAKê di roja ewil de sîyaseta xwe ya tifaq, dîyalog û yekitîyan li ser vê prensîbê ava kir: ’’Yên dikarin bibin yek bila bibin yek; yên nikaribin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikaribin hevkarîyan bikin bila derîyê danûstendin û dîyalogê di navbera xwe de vekin; yên nikaribin dîyalogê jî bi hevdu re danin, bila dijminatîya hevdu nekin’’. Vê rêbazê jî wekî perçeyeke şexsîyeta PAKê, di nav sîyaseta Kurdistanê de cîhê xwe girt.

PAKê ji roja ewil heta îro her got, di rêya yek kirina potansîyela azadîxwaz, demokrat ya Kurdistanî de,  ji bo me ne serokê me, ne rêveberîya me, ne navê me, ne ‘’xetên sor’’ in. PAKê got em ji hemû fedakarîyan re amade ne.

PAKê ji xeta xwe ya azadîxwaz ya Kurdistanî tawîz neda û di hilbijartinên 7ê hezîranê û 1ê çirîya paşîn a 2015an û di hilbijartina 24ê hezîrana 2018an  û di hilbijartina 31ê adara 2019an de helwesteke bi şexsîyet danî. Ji bo çend parlamenteran, çend serokatîya beledîyeyan bidest bixe bername û sîyaseta xwe binpê nekir, neket nav tifaqên xelet. PAKê di hilbijartinên şaredarîyan yên  31ê adara 2019an de li gel PSKyê  namzedên serbixwe derxist û bi vê  helwesta xwe ya bi şexsîyet alternatîfa xwe ya netewî, niştimanî nîşan da.Partîya ku di  helwesta xwe ya hilbijartinan  de serbilind e, bi rûyekî sipî li holê ye bêyî teredut PAK e.

PAKê li himberî şerê ku îro jî berdewame, bêyî teredut helwest girt û got ‘’Ji şer re na, ji çareserîya sîyasî re erê’’. PAKê ji Dewleta Tirkîyê re got bi şer û kuştinan tu dê nikaribe rê li ber azadîya Kurdistanê bigire; ji PKKyê re jî got, ‘’Ev şer, li Bakurê Kurdistanê zerarê dide gelê me, dide welatê me’’. Îro jî her li ser vê sîyasetê dimeşe.

PAKê siyaseta xwe li ser rexne kirina xeletîyên hinekan û li ser dijminatîyê  nemeşand. Got ‘’Ez divê xwe bi xwe tarîf bikim û behsa xwe bikim; ne ku li ser xerabîyên hinekan xwe tarîf bikim’’. PAK xwe bi xwe tarîf dike, xwe bi hinekên din tarîf nake. PAKê di  pratîka xwe ya heta îro jî ev yeka nîşan daye.

PAK di berfireh kirina pirrengî û pirdengîya sîyaseta Bakurê Kurdistanê de roleke esasî lihîstîye.

PAK piştgirê destkeftîyên federalî yên Herêma Kurdistanê ye, piştgirê îradeya referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye; piştgirê  doza rewa ya azadîyê ya li Rojavayê Kurdistanê ye. PAK,  têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna xwe dizane. Li her çar perçeyên Kurdistanê daxwazkarê yekitî, hevkarî û tifaqên netewî ye PAK.

PAK dibêje çareserîya pirsa Kurd û çareserîya pirsa Kurdistanê ne wek hev in

Dewleta Tirkîyeyê  96 sale bi şîara ‘yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al’ê,  sîyaseta îmha, înkar, qetlîyam, asîmîlasyon, wêran kirin û koçber kirinê dimeşîne. Herweha Dewleta Tirkîyeyê  li gel vê sîyasetê , bi kiryar û sîyaseteke pir alî ya etnîkî, dînî, mezhebî, civakî, aborî, sîyasî, çandî, weha kirîye ku bi milyona  Kurd û Kurdistanî cîh û warên xwe, welatê xwe bi cîh bihêlin û koçî bajarên Tirkîyeyê bikin. Îro li hinek bajarên Tirkîyeyê nifûsa Kurdan yan weke yan Tirkan e; yan jî ji ya Tirkan zêdetir e. Ev rastîya ji bo Kurdistanê û ji bo Tirkîyeyê du armancên cuda yên sîyasî dide ber me. Li Kurdistanê armanca gelê me mafê çarenûsîyê ye, li ser axa welatê xwe bi statuyeke sîyasî xwe îdare kirin e. Lê li Tirkîyeyê gelê Kurd, ji alîyekî ve alîkar û piştgirê doza azdîya Kurdistanê ye, ji alîyekî ve jî ji bo mafên xwe yên çandî, demokratîk têdikoşe. Li Tirkîyeyê, li cîhên ku nifûsa Kurdan ji gelên  din pirtir bin, di rêvebirîya herêmî de divê  mafê xweserîya  kulturî û îdarî ya demokratîk  ji bo Kurdan pêk bê. Li cîhên ku Kurd ne piranî ne, divê mafê xweserîya kulturî pêk bê. Şerdên Xweserîya Rêvebirîyên Herêmî ya Ewrûpayê bi hemû madeyên xwe divê bêne bicîh anîn.Têkoşîna  Kurdên li Tirkîyeyê, beşeke ji tekoşîna azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê ya li Tirkîyeyê ye.

Ji ber rastîyê , têkoşîna azadî, demokrasî, edalat û wekhevîyê ya li Tirkîyeyê hem ji bo Kurdên li Tirkîyeyê, hem jî ji bo gelê Kurdistanê girîng e. Demokrasî û azadîya li Tirkîyeyê kar û xebat û birêxistin kirina sivîl, sîyasî, demokratîk ya  doza azadîya Kurdistanê pêşdetir dibe, geştir dike.Lê ne rast e ku em pêknîna  azadîya Kurdistanê  bi pêkhatina demokrasîya Tirkîyeyê ve girê bidin; doza azadîya Kurdistanê , bi pêkanîna demokrasîya navxweyî ya Tirkîyeyê çareser nabe.

PAK dibêje bingeha xebata me li ser hebûna miletê Kurd û Kurdistanê ye; em ji bo Kurdistanê mafê çarenûsîyê dixwazin, em mafê ku xwe bi awayekî azad li ser axa xwe bi statuyeke sîyasî îdare kirina gelê Kurdistanê dixwazin (çi federalî, çi konfederalî, çi serxwebûn).

PAK dibêje di konjonktura heyî de em çareserîya federalî ya li ser şirîkatîya miletê Kurd û miletê Tirk, ya li ser bingehê şirîkatîya du welatan, ya bi du parlamento û du hikûmetan çereserîyeke guncaw e.

Bi vê hişmendîyê PAK têkoşîna ji bo ava kirina dezgehên netewî û demokratîk û têkoşîna ji bo bidest xistina maf û azadîyên demokratîk beşeke ji têkoşîna doza azadîya Kurdistanê dibîne û dibêje ‘Ji Nuha ve Kurdistan, Ji Nuha ve Azadî’.

PAK dibêje ‘’Azadi ji bo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê’’

PAK partîyeke netewî,  demokrat, azadîxwaz, Kurdistanî ya hemû pêkhateyên etnîkî, olî, mezhebî û civakî yên li Bakurê Kurdistanê ye.

PAK ji bo ku azadî, demokrasî û edaleta civakî ji bo hemû beşên civatê, ji bo hemû etnîsîte, ol û mezheban, li Kurdistaneke azad de bibe reng û şiklê jiyan û rêvebirîyê, dê têkoşîneke berdewam bidomîne. PAK dibêje ’’Azadi ji bo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê’’.

PAK ne bi şîdet û tûnd û tûjîyê, lê bi rêyên sîyasî û demokratîk, bi bêîtîadîya sivîl dixwaze mafên netewî û demoratîk yên miletê Kurd û azadîya Kurdistanê bidest bixe. PAK bi xwe jî gaveke bêîtîadîya sivîl e.

PAK dibêje ji bo birêxistin kirina civata Bakurê Kurdistanê, ji bo ku gênc û jin bibin xwedîyê partîyê, dive rê û rêbazên nuh û hevdem ku li gel tevna civata me bigunce bêne peyda kirin.

PAK dibêje em ne temeşevan an jî şîrovekarên rewşa Kurdistanê ne; em aktorên esasî ne ku bikaribin vê ‘’qedera miletê xwe’’ biguherînin.

Aşkereye ku heta îro tu partîyan bersîva banga PAKê ya ku di nav yek partîyê de yek kirina hêza netewî, azadixwaz, demokrat, Kurdistanî nedaye. Jiber vê rastîyê jî  ji bo partîyeke hîn xurtir divê hemû dor û ber û take kesayetîyên wek PAKê, nêzî PAKê difikirin jî li PAKê xwedî derkevin û bi aweyekî hîn aktîftir , ji bo pêkanîna vê pêwîstîyê PAKê bi hevdu re xurtir bikin. Divê em bibînin ku her wexteke ku em bi vî rengê belavela wenda dikin, di eslê xwe de sebebê hinekî din paşve xistina azadîya welatê me ye.

PAK li Bakurê Kurdistanê , avakirina tifaq û hevkarîyên li ser bingehê hişmendîyeke netewî, niştimanî weke wazîfeyeke xwe ya dirokî, netewî dibîne.

PAK bi ehlaq û kûltûra xwe bûye deng û ekoleke nû û berhemên vê ekolê di pêşeroja gelê me de dê xwe dîyar bike.

PAK dibêje bingeha pêşketinê xebat e, xebat e, xebat e.

Hemû rêvebir û endam û alîgirên PAKê, li gel van hemû şerdên zehmet yên îroyîn jî bi awayekî wîcdanî, bêalî û xwerexnegir, divê li hemû kêmayî û xeletîyên xwe mikur bên û ji bo wê PAK a ku em behs dikin di jiyanê de bikaribe reh berde, divê em li xwe vegerin û rêyên çareserîyê ji kêmanî û xeletîyên xwe re bibînin. Divê em bizanibin ku pêwîstîya gelê me ji wê PAK a ku em terîf dikin heye; lê em hîna jî negihîştine wê astê.

Ji bo ev tecrubeya kadroyên me bikaribe  bi dînamîzma gêncan, bi ruhê xebatkar û birêxistinkirinê yê jinan re bibin yek; ji bo ku PAK di nav hemû beşên civatê de tevnê xwe bikaribe bihûne, divê em gelek tiştan ji nû ve binirxînin, di vê derbarê de sebebên biserneketina xwe tesbît bikin û li gorî wê rêyên çareserîyê peyda bikin.

Bi vê hişmendîyê em spasîya hemû wan kadroyan dikin ku di damezrandina PAKê de û di gîhandina heta vê rojê ya PAKê de keda wan heye û em dibêjin 5 saliya PAKê li rêvebir, endam, piştgir û dostên wê û li gelê Kurdistanê pîroz be. 18.10.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Back to top button