Ozel giliya xwe li ba Kiliçdaroglu kir: Min ji Îmamoglu xilas bike!
Rojnameger Enver Aysever ê ku bi nêzîkbûna xwe ya bi mûxalefetê re tê naskirin, îdia kir ku Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel çûye serdana Kiliçdaroglu û gotiye, “Serokê min, min ji destê vî zilamî (Ekrem Îmamoglu) xilas bike.” Aysever jî diyar kir, “Eger bixwazin dikarin vê yekê înkar bikin, lê ez ê îspat bikim.”
Kifşkirina berbijêra ji bo hilbijartinên herêmî dewam dike, îdiayên lihevnekirina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel di rojevê de ye. Daxuyaniya herî dawî ya derbarê mijarê de ji rojnamevan Enver Aysever hat. Aysever îdia kir ku Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel herî dawî Kemal Kiliçdaroglu ziyaret kiriye û jêre gotiğe; “Min ji destê vî zilamî(Ekrem Îmamoglu) xilas bike.”
Aysever di daxûyaniya xwe de wiha got: “Min ji mêj ve dizanibû ku birêz Ekrem û Ozgur Bey navê Tunç Bey(Şerdarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê) xêz kirine. Rewşeke bi vî rengî heye. Ekrem Bey. talîmata dide.Dema ku minaqeşeyek derkeve ev mesele çareser nabe.Axir Ekrem Bey çi dibêje ew e.Tiştekî ez dizanim û pê bawer im.Di hevdîtina dualî ya Ozgur Bey û Kemal Bey de Ozgur Bey dibê “Serok, ji kerema xwe min ji destê vî mirovî xilas bike.” “Ew mîna henekek xuya dike? Lê rast e…”
Aysever îdiaya xwe gavek pêşdetir dibe û got, “Çawa dixwazin bila înkar bikin, ez ê li her derê îspat bikim. Dibêje ez ji Kemal Bey poşman im, Ekrem Bey ji bo wî derd e û çanda partiyê nizane.”