Civak
Otomobîla berpirsê PDKê yê Germiyanê li pêş mala wî teqiya
Otomobîla berpirsê liqê 22 ê PDKê yê Germiyanê Ekrem Salih li pêş mala wî ya li Kelarê teqiya.
Koordînatorê baskê Germiyanê yê PDKê Necim Bawenûrî ji di derbarê teqînê degot: Guman heye ku ew bûyer teqîn be û dibe ku bi kontrol ji dûr ve hatibe teqandin û parêzvanekî berpirsê baskê PDKê jî birîndar e.
Derbarê bûyerê de lêkolîn dest pê kirine û heta naha aliyên fermî ti daxuyaniyek nedane.