Polîtîk

Opozisyon: Biryaryên SHK keleman radike

Her sê aliyên opozisyonê li Herêma Kurdistanê (Goran, Yekgirtû û Komeleya Îslamî) kêfxweşiya xwe li hember biryarên Serokê Herêma Kurdistanê derbarê daxwazên wan, nîşan dan û bi gaveke girîng ji bo destpêkirin civînên pêncalî, dan zanîn.

Endamê şanda danûstankar a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK) Mihemed Ferec ji AKnewsê re ragihand, “Me ji 11ê tîrmeha borî ve, civînên pêncalî sekinandin, ji ber ku rewş ji bo domandina civînan neguncayî bû û pêdivî bi girîngîdaneke bêtir heye, lewra jî em digel her du Polîtburoyên YNK û PDK negihiştine encamekê.”

Ferec got jî, “Me bi pêdivî zanî bi rêya Polîtburoyên YNK û PDK re peyamekê arastey Serokê Herêma Kurdistanê bikin daku bikaribe civînan bide destpêkirin, wî jî bi spasî daxwazên me bicih anîn û çend biryarên girîng derxistin.”

Ferec xuya kir ku piştî cejna Remezanê dê civîn û gotûbêj dest pê bikin ji bo diyarkirina roja destpêkirina civînên pêncalî.
Ferec aşkere kir ku biryar hatiye dayîn ku îro, tevî bêhnvedana fermî ye, lê divê budceya her sê aliyên opozisyonê were dayîn.

Ji bal xwe ve, endamê şanda danûstankar a Komeleya Îslamî ya Kurdistanê (KÎK) Edilsetar Mecîd ji AKnewsê re daxuaynd, “Piştî van biryarên Serokê Herêmê, divê em wek her sê aliyên opozisyonê bicivin û em jî dê bi awayekî fermî helwesta xwe di vê derbarê de bigihînin Polîtburoyên YNK û PDK.”
Mecîd, ew biryarên Serokê Herêma Kurdistanê bi gaveke erênî ji bo rakirina kelemên li pêşiya destpêkirina civînên pêncalî, dan zanîn.

Li hember de, endamê şanda danûstankar a Tevgera Goran Yûsif Mihemed ji AKnewsê re ragihand, “Piştî derxistina wan biryaran ji hêla Serokê Herêmê ve, em wek aliyên opozisyonê, pêdiviya me bi civîn û gotûbêjkirina wan biryaran heye û pey re em ê bersiva xwe ya fermî bidin.”

Berî niha, Serokatiya Herêma Kurdistabê çend biryarên û rênmayîyên yasayî derxistin ku girêdayî mijarên dadwerî, kargêrî û silfeya darayî ya partiyên nav Parlamentoya Kurdistanê (PK) ne.

Di 4 daxuyaniyên fermî yên SHK de ku îro derketine, hatiye, “Nabe ti kes li derveyî tedbîrên yasayî were girtin, di dema lêkolînê de jî divê parêzerê wî hebe û di heyama 24 saatn de divê çarenivîsa dadgehkirinê diyar be, divê komîteyekê ji bo çareserkirina tedbîrên neyasayî yên kargêrî derbarê cezayên siyasî yên li ser endamên opozisyonê, were avakirin.”

SHK her wiha aşkere kir ku biryara xerckirina silfeya darayî ya partiyên beşdar di PK de li ser bingiha biryara Civata Wezîran jî, hat dayîn.
Di daxuyniyan de biryar hatiye dayîn ku ew kesên li dadgehên Herêma Kurdistanê biryarên girtina wan derketiye û ew ên ku biryara SHK (hejmar 4 a sala 2001) wan bi xwe ve digire, di bûyerên şibat û gulana borî de, divê radestê dadgehê bibin.

Her wiha hişyarî hat dayîn ku bo ti alî yan kesekî nîne ku daxwazkarekî biparêze û berûvajî dê li hember yasayê berpirs be.
Berî niha, her sê aliyên opozisyonê, peyamek arastey aliyê desthilatê kirin û tê de pêşnyaz kirin ku Serokê Herêma Kurdistanê wek desthilata herî bilind a bicihanînê, biryarekê derbarê dadgehkirina gunehbarên bûyerên ji 17ê şibatê heta 28ê nîsana borî ve, derxîne.

Her wiha daxwaz kirin ku dûvketina çalakvanên sivîl û kesên beşdarî xwepêşandanan kiribûn, raweste, tevî vegerandina silfeya darayî ya opozisyonê û daxwaz jî kirin ku pirsgirêka cezayên siyasî yên li ser endamên opozisyonê bi dawî be û aliyên opozisyonê, heyama 2 heftiyan ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan diyar kiribûn. (AKnews)

Back to top button