CivakPolîtîk

Operasyon li Cizîrê dawî hat!

Wezîrê navxwe yê Tirkiye Efkan Ala bi daxûyaniyekî ragihand ku, operasyonên li Cizîrê têne kirin dawî hat.Wek tê zanîn ji 14.12.2015ê heta niha dewletê operasyonên berfireh li Cizîrê kirin û di encama van operasyonan de bi dehan leşker, çekdarên PKKê û xelkê sivîl jiyana xwe ji dest da.Bi sedan xelk birîndar bûn. Hijmara rûniştvanên Cizîrê gelekî kêm bû. Hêjamara rûniştvanên Cizîrê ji 130.000ê ket heta 10-15 hezara.Li gelek taxên Cizîrê avahiyên hemwelatiyan xirab bûn. Xwesarek gelek mezin ya hemwelatiyan çêbû. Eve zêdeyî du mehin xelk li bajarên din wek penaber dijîn. Bi dehê hezara zarok ji xwendinê qut bûn. Bi kurtahî eve zêdeyî du mehane li Cizîrê jiyan sekinî. Rastiya karaseta ku li Cizîrê çebûyî dê gelek tir derkeve holê.Wek tê gotin bi sedan cenaze di bin kavlên xaniyan de mane. Gelek caran behsa wêraniya Cizîrê hatiye kirin. Lê gelo dewlet û PKK çi ji Cizêrê dixwestin ku ev devera dîrokî kirin qada şer?Eger dawî evbe . Yek tişt li Cizîrê encam daye. Li Cizîrîê kesek serneket.Lê mixabin bi dilşewatî li Cizîrê Xelkê Bajêr û kurda winda kir û ew êşiyan.Hêja li Cizîrê behsa serkeftinekî bê kirin trajediya siyasî ye.Wezîrê navxwe yê Tirkiye wek Paşayek Osmanî bi gelek hesanî radigihîne ku operasyon li Cizîrê dawî hatiye. Piştî daxuyaniya wezîr 70 cenaze ji taxên şer li heyî ji bo nexweşxanê hatine veguheztin.cizre-de-operasyonlar-sona-erdi-iste-ilk-kareler-8149898_6162_mPiştî dawihatina operasyona artêşa ku tevlî operasyona bûyî, li nawenda ku operasyon lê hatîn kirin kom bûn û ew dever bi alayaên Tirk xemilandin û şirûdên nijadperestî gotin.Wek hêzêên dagirker bi vî awayî serketina xwe ragihandin.

Back to top button