Polîtîk

Ocalan:Barzanî serokê her çar parçeyên Kurdistanê ye

Serokê gelê Kurd birêz Mesûd Barzanî

Silav û rêz

Beriya her tiştekî ez spasiya ked û xebatên we dikim ku, demeke dirêje bi siyaseteke hekîmane we kariye aştî li Tirkiyeyê berqerar bikin û dawî bi rêjandina xwînê bînin.

Birayê min yê birêz û hêja ez we netenê weke Serokê herêma Kurdistanê belku weke serokê her çar parçeyên Kurdistanê dizamin û şerafa Serokatiya Kurdistanê jî didim we, jiber ku, tevahiya me ev yek fêm kir ku, cenabê we bi siyasetên xwe yên jîrane ji nîvî zêdetir ji mafên gel Kurd bidest xistiye û ez di vê baweriyê deme ku, kesek bikarêbe nîviya mafên gelê Kurd bidest bixe bêgoman dikare nîviya din jî bidest bixe, ez bawerim bi tenê hun dikarin nîviya din ya mafên Kurd bidest bixin.

Daxwaz ji xwedê dikim ku, serfiraz û selamet bin.

Ez daxwaz ji we yê birêz dikim ku, ageh li gerîlayên PKKê jî hebe û jiyana wan jî biparêzin û nehêlin ku, jiyana wan bikeve jêr metirsiyan.

Di dawiya nameya han de Ocelan tekez li ser vê yekê kiriye ku, Barzanî bi Serokê xwe dizane û xwe jî bi pêşmergeyê Barzanî dibîne.

(Waranpress.com)

Back to top button