Nivîsar

Öcalan ne serokê min e!

 

 

Delegeya Rojava û Endama Meclîsa PYD’ê Hêvîdar Mihemed, di panela Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî de axivî, li ser girîngiya rola jinê ya di têkoşînên rizgariyê de, rawestiya. Hêvîdar got ku “Azadiya Rêber Apo, ji aliyê azadiya gelê me ve pir girîng e. Rêberê me, pêşengê avakirina Rojhilata Navîn a Demokratîk e, ev ji bo wan asteng e. Azadiya Rêber Apo, biryardariya tevahiya gelê me û azadiya jinê ye.”

 

Ey Hêvîdar Mihemed xanim;

Dema ku te ev axaftina xwe didomand, li rast u çepén te Aleya Kurdistana piroz hebu. Di bin Aleya Kurdistané de tu bi azdi diaxifi.

Ew rêberê te yé ku tu wek pêşengê avakirina Rojhilata Navîn a Demokratîk bi nav dike, gelo Aleya Kurdistané dipejirine.? Di nav réxistin u sazi u sazgehén we de Aleya Kurdi heye?

Di axaftina xwe de tu dibéje “Azadiya Rêber Apo, biryardariya tevahiya gelê me û azadiya jinê ye.”

Em ferz bikin seroké te iro jiyan nake. Ma dé milleté Kurd u jina Kurd azad nebe? Rizgariya milleté Kurd u azadiya jiné, girédayiyé şexsiyeteki ye?

Disan di axaftina xwe de tu dibéje; “Rêberê me(Apo), pêşengê avakirina Rojhilata Navîn a Demokratîk e”Welaté te métingeh e u tu héji bindest e. Te xwe rizgar nekiri ye, lé tu doza rizgarkirina hemu Rojhilata navin dike.

Ger tuyé bibe réber u péşeng, ji damezirandina Kurdistanek azad u serbexoti re bibe réber u péşeng. Ne ji gelé biyani re.

Bala min kişand, ku Hêvîdar Mihemed xanim, yek béjok u yek hevok li ser serxwebun u azadiya Kurd u Kudistané serf nekiri ye. Hebe tunebe, azadiya seroké wé Ocalan e. 50 milyon Kurd lé héleké, u azadadiya Ocalani li héleké.

Qe nebuya te ev gotinén xwe, li péş jinén Kurdistana Başur serf nekiriba. Ji ber ko jinén Kurdistana Başur, di xebat u tékoşina rizgariya netawa Kurdi de, xwediyé nirxeki béhempa ye. Wan gelek cewr u cefa kişand. Di bin bombeyén kimyewi de hatin sotin. Ew xuşk u dayikén Kurd u Kurdistané ne. Helbet nirxé hemu jinén Kurd, di dilén mirovén Kurd de, di asta heri bilind de ye. Bo hemu jinén Kurdistané ihtirama mın bé dawi ye.

Ma qey jinén Kurdistana Başur di bin serokatiya biréz Mesut Barzani de, ne azad in? Divét mirov bi rézdari u bi edebi biaxife.

Hun édi ji axaftinén diplomasiyé ji bépar in.

Mafé kesi tineyé jinén Kurda ji boy berjewendiyén xwe yén şexsi u di bin bandoriya ideolojiyén pirimitif (kevnare) de weke koleyan bikar binin. 

Şert u mercén cihané hate guhertin, sistema Sovyeta beré hate ruxandin, lé héji hinek qaşo siyastmedarén me, réç u rébazén kevnare yé Stalinizmé dişopinin. Ji xwe Komara Mahabadé bi alikariya sovyeta beré u bi fermandariya Stalin hate hilweşandin.

Dibe ku Apo seroké te be, lé ne seroké min e u ne seroké Kurdistané ye ji. Seroké te, li te piroz be.

Seroké min ango Kak Mesut Barzani ye. Ger ji jor de asiman neyét xwar u ji jér de erd hilnweşe, hetta gerdun hebe, dé seroké min her u her kak Mesud Barzani be. Her wuha hemu Milleti xoşewisti Kurd, bi serokati u réberiya biréz kak Mesud Barzani, şanaz u rumetdar in.

 

Mehmet Emin Özbilen 

(nasname.com)

 

Back to top button