Civak

Ocalan li Îmralî çewe dijî

Parlementerê Izmîrê yê CHPêAytun Çiray bi rêya parlementoyê pirsek aresteyê wezîrê dad a TirkiyeSadulah Ergin kir.

Pirsa parlementerî CHP: Abdullah Ocalan rojê çend demjimêra bi tenê oda xwe de û çend demjimêra li gel girtiyên din derbas dike. Di şeş mehên dawî de çend kesan serdana Ocalan li Îmralî kiriye?

Wezîrê Dadê Ergin di bersiva xwe de got: Li girtîgeha Îmralî 6 girtî hene. Girtiyên Îmralî rojên duşembê,çarşembê û înê rojê demjimêrekî hev dibînin.
Roja sêşembê demjimêrekî basketbol, roja înê demjimêrekî voleybol  dileyzin. Girtiyên Îmralî heftiyê 5 demjimêra bi hevre derbas dikin.

Di berdewambûna bersiva xwe de Ergîn got: Li Îmralî rêvebirek 3 cihgirên rêvebir û 34 kesin din jî kar dikin. Pizijkek jî heye dema pêwistbe pizijkên taybet yên pisrpor jî têne Îmraiyê.

Leşker û karmendên sivîl û girtî hemû yek xwarinê dixwin. Herkes çi rojnama bixwaze dixwînê. Di oda Ocalan de Televizyon tuneye. Ocalan di 6 mehan de tenê bi birayê xwe re hevdîtin kirine.

Back to top button