Polîtîk

Ocalan cardin wek xwe got

Abdullah Ocalan bi rêya parêzerên xwe dîtina xwe di derbarê serdana serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ya Tirkiye da kifşkir. Ocalan di derbarê vê serdanê de nirxandinên balkêş dike û di rastiya we de, ev nirxandin mirov dikare bêje ku bi awayekî ji rastiya siyasetê dûrin.barzanî di serdana xwe de, gelek vekirî da xûyakirin ku , divê li bakur kurd pişgiriya prosesa vekirina demokratîk bikin.

 

Lê Ocalan  dîtina Barzanî,ji bo hukumeta Tirkiye û ji bo Barzanî ne baş dibîne.Di derbarê hevdîtina serokê Kurdististanê BDP-ê de Ocalan hinek tiştên gelek balkêş dibêje. Ocalan daxwaziya Barzanî ya pişgiriya vekirina demokratîk ji bo Ak-Partiyê baş nabîne û îdia dike ku wê ev dîtin zererê bide Ak-Partiyê û Barzanî bi xwe.Ocalan di daxûyaniya xwe de eşkere dike yan divê, pêşniyarên ku ew dike pêkwerin yan jî dê ji bo kurdan xirab be.

 

Ocalan dibêje ku, Israîl dixwaze dewletekê serbixwe ya Kurdistanê li bakurê Iraqê ava bike. Tirkiye jî nû bi vê tehlukê hesiyaye. Herweha Ocalan di civîna serokê Kurdistanê û  wezirê devre yê Tirkiye de tenê hebûna ala tirkiye jî rexne dike û vê jî wek bersivek ya Tirkiye ya Israîl dinirxîne.

 

Herweha Ocalan desthilatdariya Kurdistana Başûr tehdît dike.

 

Back to top button