Cîhan

NY Rûdawê xelat dike

Netewên Yekgirtî, Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê vedixwîne mezintirîn û giringtirîn merasîma salane ya rêzgirtin û xelatkirina baştirîn karên rojnamevanî di cîhanê de, peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê jî yek ji wan kesan dibe, ku dê were xelatkirin.

Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê, Ako Mihemed ji aliyê Netewên Yekgirtî ve bo beşdarîkirina di 23mîn xûla dabeşkirina xelatên sala 2018ê yên Netewên Yegirtî de, ku dê roja 6ê vê mehê li bajarê New York ê Amerîkayê birêve biçe, hatiye vexwandin û têde xelat li ser baştirîn karên rojnamevanî yên salê de tê dabeşkirin.

Di vê merasîmê de xelata Zîv a Ricardo Oretega ya Netewên Yekgirtî pêşkêşî peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê yê li Netewên Yekgirtî , Ebdulmecîd Gilî tê kirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê, tevî sê dezgehên din ên medyayê û çend kesayetên cîhanî, maseyeke terxan jê re hatiye terxankirin. Rêveberê Dîcîtal Medyaya Rûdawê, Hêmin Lihonî û pêşkêşkarê navdarê Rûdawê û Kurdistanê Renc Sengawî û Rêveberê Ofîsa Waşingtonê ya Rûdawê, Namo Ebdullah bi nûneratiya Tora Medyayî ya Rûdawê di vê merasîmê de beşdar dibin.

Herwiha pilebilindtirîn berpirsê karûbarê mirovî li cîhanê û Cîgirê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Bo Karûbarên Mirovî û berpirsê hemû bernameyên mirovî yên Netewên Yekgirtî li cîhanê, Mark Lowcock, Endamê Encûmena Asayişa Navdewletî û Balyozê Kazaxistanê û yek ji endazyarên rêkevtina Astana ya jibo çareserkirina kêşeyaSûriyê, Kayrat Umarov dê di vê merasîmê de mêvanên maseya Tora Medyayî ya Rûdawê bin.

Di wê merasîmê de, Sekreterê Giştî yê Netewên yekgirtî Antonio Guterres û nerên 193 welatên endam di NY de û herwiha kesayetên Wall Street û Holly Woodê yên weke George Cloony û Amal Klony a hevjîna wî amade dibin.

Tora Medyayî ya Rûdawê dibe yekemîn dezgeha medyayî ku li ser asta Kurdistanê û Iraqê, ku bo cara yekem ji aliyê Netewên Yekgirtî ve bê xelatkirin.

 

Back to top button