Vîdeo

NY pesnê dezgehê xêrxwaziya Barzani dide

Nûnera Netewên Yekbûyî (NY) ya Iraqê bo karûbarên mirovî pesnê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî dike.Duh 15.02.2017ê nûnera NYê li Iraqê Lisa Grande bo karûbarên mirovî serdana kampa Hesen Şam a li sînorê parêzgeha Hewlêrê kir.Qampa Hesen Şam koçberên sînorê parêzgeha Nînowa li xwe digre, ku ji ber operasyona rizgarkirina Mûsilê berê xwe dane herêma Kurdistanê.Nûnera NY Lîsa Grande daxuyaniyek da kanala K24ê û ragehand, ku qampa Hesen Şam, qampa herî baş a penaber û koçberên Iraqê ye.Kampa Hesen Şam ji aliyê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ve tê birêve birin, ku rojane xwarina germ, tiştên pêwîst ên malê û neft bo wan koçberane tê dabîn kirin û NY jî piştevaniyê lê dike.Li gor berpirsên payebilind ên herêma Kurdistanê behs dikin, ji ber nakokiyên tayfeyî û dagirkariya rêxistina tund a DAIŞê, zêdetirî du milyon hemwelatiyên Iraqê koçberî herêma Kurdistanê bûne û beşek ji wan jî li vê qampê hatine bicîh kirin.https://www.youtube.com/watch?v=SZvoPFOqM2A

Back to top button