CîhanRojev

NY dixwaze astenga li himber hilbijartinên Kurdistanê bê rakirin

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, şerê siyasî yê navxwe yê li Herêma Kurdistana Iraqê gelek bêzarker e.

Jeanine Hennis-Plasschaert dibêje: “Careke din em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku li berjewendiya hemû xelkê kar bikin û çareseriya hevbeş ji bo kêşeyên diyar ên li ber hilbijartinan di demeke herî de bibînin.”

Plasschaert diyar dike, hilbijartineke ku cihê bawerî û di dema xwe de be, pêwîstiyeke demokrasiyê ye.

Back to top button