Cîhan

Nûnera Iraqê li NY keçek kurd e

Di Konferansa Navdewletî ya Gencan de ku ji roja 4 ta 8ê vê mehê li bingehê sereke ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê birêve çû, tê de nûnerên welatan behsa mafên mirovan li welatên xwe kirin. Hevdem jî keçeke Kurd wek nûnera Iraqiyan li Netewên Yekgirtî hat destnîşankirin.Keça Kurd bi navê Rûdan Necîb Balayî ye ji bajarê Dihokê ya Başûrê Kurdistanê ye û wek nûnera Iraqiyan li Netewên Yekgirtî hat destnîşankirin.Rûdan Balayî di daxuyaniyekê bo K24ê de ragihand, “Dilxweş im ku wek keçeke Kurd bibim nûnera Iraqiyan di Netewên Yekgirtî de hatim destnîşankirin.”Got jî: “Di gotara xwe ya di Lûtkeya Gencan a Netewên Yekgirtî de min zêdetir behsa gelê Kurd, bi taybetî keç û jinên Êzidî, rewşa koçberan li Kurdistanê û rewşa mafên mirovan a Iraqê bi giştî kir.”Rûdan jidayikbûna sala 1995an e û hilgira bawernameya Master di siyasetên navdewletî ye û ji sala 2014an ve li Amerîka dijî û berî wê jî li Almanya û Belçîkayayê jiyabû.15emîn Lutkeya Navdewletî ya Gencan li Netewên Yekgirtî bi beşdariya 163 gencên welatên cîhanê li New Yorkê birêve çû. 

Back to top button